Elî Xamineyî li ser ketina helîkoptera Reîsî axivî

19-05-2024
RÛDAW
Nîşan Elî Xamineyî Helîkoptera Leşkerî Îbrahîm Reîsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê Îslamî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî li ser ketina helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî axivî û got, “Ti astengî di karê welat de çênabe.”

Helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî îro li herêma Culfayê ya Tewrêzê ket xwarê û heta niha jî cihê wê nehatiye zanîn.

Elî Xamineyî li merasîma civîna bi malbatên Pasdarên Îranê re li ser ketina helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî axivî.

Xamineyî ji her kesê xwest ku ji bo Îbrahîm Reîsî dia bikin.

“Ti astengî di karê welat de çênabe”

Xamineyî di heman demê jî de eşkere kir ku “ti astengî di karê welat de çênabe.”

Li gorî nûçeya IRNAyê, Xamineyî got:

“Em hêvîdar in ku Xwedayê mezin serokomarê rêzdar û birûmet û hevalên wî vegerîne nav himbêza millet.

Divê her kes ji bo tenduristiya vê koma xizmetkaran diayan bike.

Bila xelkê Îranê nîgeran nebe, ti astengî di karê welat de çênabe.”

Çi bûbû?

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev îro li ser sînorê Îranê û Azerbaycanê bi merasîmeke fermî Bendava Kiz Kalasî vekiribûn.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ket xwarê û heta niha jî cihê wê nehatiye zanîn.

Wezîrê Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî da zanîn ku di helîkoptera Reîsî de Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Parêzgarê Azerbaycanê Melik Rehmetî, Muftiyê Tewrêzê Ayetullah El Haşim jî hene.

Ehmed Wehîdî ji medyaya Îranê re dabû zanîn ku wan 40 tîmên cûda yên rizgarkirinê, tenduristiyê û leşkerî şandine herêmê lê belê ji ber mij û moranê wan heta niha cihê ketina helîkopterê diyar nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst