Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên destpêkê di hilbijartinên serokkomariya Îranê de Mesûd Pizîşkiyan bi 8 milyon û 302 hezar û 577 dengan li pêş e.
Herwiha Seîd Celîlî jî bi 7 milyon 179 hezar û 756 dengan di rêza duyem de ye.
Herjmartina dengên hilbijartinên 14emîn serdema serokkomariya Îranê berdewam in.
Li Îranê 4 namzed ji bo serokkomariyê hevrikiyê dikin.
Namzedên wekî Mihemed Baqir Qalîbaf, Seîd Celîlî û Mistefa Pûrmihemedî ji eniya kevneperest û Mesûd Pizîşkiyan jî ji eniya reformxwaz e.
Navenda Hilbijartinan a Wezareta Karên Navxwe ya Îranê ragihand ku rêjeya beşdarbûna hilbijartina ji sedî 40 e.
Li gorî amarên Navenda Hilbijartinan a Wezareta Karên Navxwe ya Îranê, heta niha 19 milyon û 69 hezar û 713deng hatine jimartin.
Li gorî amrên destpêkê, Mesûd Pizîşkiyan bi 8 milyon û 302 hezar û 577 dengan di rêza yekem de ye.
Seîd Celîlî jî bi 7 milyon 179 hezar û 756 dengan di rêza duyem de ye.
Li aliyê din namzedên din Mihemed Baqir Qalîbaf bi 6 milyon û 676 hezar û 512dengan di rêza sêyem û Mistefa Pûrmihemedî jî 95 hezar û 172 dan di rêza çarem de ye.
Eger yek ji namzedan ji zêdeyî sedî 50î dengan nestîne dê 5ê Tîrmehê gera duyem a hilbijartinan were kirin.
Geram duyam a hilbijartinan jî dê navbera du namzedên ku herî zêde deng standine de pêk were.
Li Îranê serokkomar 4 salan kar dike û herî zêde 2 caran li pey hev dikare were hilbijartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse