Xamineyî ‘5 roj şîn’ ragihand: Dê kî were şûna Reîsî?

20-05-2024
Nîşan Elî Xamineyî Îbrahîm Reîsî Şîna Giştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê Îslamî yê Îranê Elî Xamineyî piştî mirina Îbrahîm Reîsî 5 roj şîna giştî ragihand.

Komara Îslamî ya Îranê li aliyekî amadekariya merasîma veşartina cenazeyên berpirsan dike li aliyê din jî ji bo dagirtina cihên Serokkomar û Wezîrê Karên Derve civînan li dar dixe.

Elî Xamineyî got: “Ez dê 5 rojan şîna giştî ragihînim û sersaxiyê ji gelê hêja yê Îranê re dixwazim.”

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, Serokê Dezgeha Dadweriyê ya Îranê Xulam Husên Muhsînî Îzeyî û Alîkarê Yekem ê Serokkomarê Îranê Mihemed Moxbîrî jî civîneke awarte li dar xist.

Alîkarê Yekem ê Îbrahîm Reîsî Mihmed Moxbîrî li gorî yasayê yek ji wan navê herî li pêş e ku bi awayekî demkî cihê Îbrahîm Reîsî wergire.

Eger Elî Xamineyî red neke heta ku hilbijartinên Serokkomariya Îranê bên lidarxistin Moxbîrî dê bibe Serokkomarê 9em ê Îranê.

Mihemed Moxbîrî sala 1955an li Xuzistanê ji dayik bûye.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî 8ê Tebaxa 2021ê Mihemed Moxbîrî wekî Alîkarê Yekem ê Serokkomar tayîn kiribû.

Mihemed Moxbîrî, beriya wergirtina erkê di serokkomariya Îranê de Serokê Baregeha Fermana Îmam (SÎTAD) bû.

Mihemed Moxbîrî demekê Alîkariya Serokatiya Kompanyaya Xuzistanê bû. 

Moxbîrî demekê wekî Alîkarê Wezîrê Bazirganiyê û Veguhestinê û Alîkarê Parêzgarê Xuzistanê jî xebiriye.

Moxbîrî, di warê hiqûqa navneteweyî û di warê rêveberiyê de 2 doktora wergirtine.

Li gorî yasaya 131ê ya destûra Îranê, eger serokkomar bimire dê alîkarê yekem bi heman desthilatê cihê wî werbigire.

Li gorî destûrê divê komîteyek were avakirin û Serokê Parlamentoyê, Serokê Desthilata Dadweriyê û Alîkarê Yekem ê Serokkomariyê heta 50 rojî serokkomarekî nû hilbijêrin.

Herî dawî jî dê Rêberê Îslamî yê Îranê Elî Xamineyî gotina dawî bike.

Elî Baqirî Kanî hat şûna Husên Emîr Abdulahiyan

Yek ji wan kesên ku do di helîkopterê de canê xwe ji dest dabû Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan bû.

Encumena Wezîran a Îranê îro di civînekê de ragihand ku Elî Baqirî Kanî wekî Wezîrê Karên Derve hat erkdarkirin.

Elî Baqirî Kanî alîkarê Husên Emîr Abdulahiyan bû.

Elî Baqirî Kanî beriya karê li Wezareta Karên Derve wekî Serokê Tîma Danûstandinên Atomî yên Îranê dixebitî.

Elî Baqirî Kanî ji sala 2007an heta 2013an jî wekî Alîkarê Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê kar kiriye.

Elî Baqirî Kanî ji sala 1990î ve di karûbarên dîplomasiya Îranê de cih digire.

Elî Baqirî Kanî, sala 2023yê di peymana azadkirin û diyaloga Amerîka û Îranê jî de rol girtibû û Serokê Tîma Danûstendinê yê Îranê bû.

Çi bûbû?

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev doh li ser sînorê Îranê û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû.

Doh ji ber şer û mercên xerab ên hewayê karên lêgerînê bi zehmetî dihatin kirin.

Enqaza helîkopterê îro (piştî ketina wê 15 saetan) bi dronan hat tesbîtkirin û derket holê ku li cihê enqaza helîkopterê ti nîşaneyên jiyanê nînin.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku kes ji qezayê bi saxîtî nefiliye.

Kî û kî mirine?

Piştre hat ragihandin ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî canê xwe ji dest daye.

Li hêla din 2 rayedarên leşkerî yên pilebilind ên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst