Îranê 6 girtiyên Kurd îdam kirin

15-01-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Bidarvekirin Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 6 girtiyên Kurd ên ji Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê li Girtîgeha Kerecê hatin bidarvekirin.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, Ehmed Letîfî, Ekber Huremtaş, Emîr Huseyîn Melekî, Elî Ekber Muradyan, Hadî Nezerî û Elî Mîrî yên ku bi tohmeta “bazirganiya madeyên hişber” li Girtîgeha Kerecê girtî bûn, hatin îdamkirin.

Ciwanên ku li navçeyên Hersîn û Sehneyê yên Kirmaşanê hatibûn girtin, Dadgeha Şoreşê ya Kerecê cezayê bidarvekirinê dabû wan.

Îranê sala 2023yan 823 girtî yên ku 151 ji wan Kurd bûn bi dar ve kirin.

Li Îranê ji 1ê Kanûna Paşîna 2024an heta niha hejmara kesên ku hatine bidarvekirin 19 e.

Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, piştî Çînê welatê ku herî zêde mirovan îdam dike Îran e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst