Hewlêr (Rûdaw) – Rojnamegera Îtalî Cecilia Salaya ku li Îranê hatibû desteserkirin, hat berdan.
Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloniyê ragihand ku rojnameger Cecilia Sala hatiye berdan.
Li gorî daxuyaniya Nivîsgeha Serokwezîriya Îtalyayê, rojnamegera Îtalî Cecilia Sala ji girtîgeha Îranê hatiye berdan û bi balafirê vedigere Îtalyayê.
Cecilia Sala dema ku li Tehrana paytexta Îranê nûçe amade dikir, 19ê Kanûna Pêşîn a 2024an ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû rawestandin û desteserkirin.
Nivîsgeha Serokwezîriya Îtalyayê di daxuyaniya xwe de ragihand:
“Balafira ku rojnameger Cecilia Salayê tîne malê berî çend deqîqeyan ji Tehranê bi rê ket.
Bi xebatên berfireh ên kanalên dîplomatîk û îstixbaratî, welatiya me ji aliyê rayedarên Îranê ve hat berdan û vedigere Îtalyayê.”
Meloniyê her wiha spasiya kesên ku di vegera Salayê de kar kirine kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Serokwezîr di axaftineke telefonî ya ku berî çend deqîqeyan pêk hat de bi xwe agahî da malbata rojnameger.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse