Îran bang li Herêma Kurdistanê dike ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê bêçek bike

13-03-2023
RÛDAW
Nîşan Nasir Kenanî Îran Partiyên Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî ragihand, ew dixwazin patiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê ku ew weke “cudaxwaz” pênase dike, bên “bêçekkirin” û çalakiyên wan ên leşkerî bên bidawîkirin û “tawanbarên” ku daxwaza radestkirina wan dikin, werin radestkirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî di civîneke çapemeniyê de behsa sozên hikûmeta Iraqê yên derbarê partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên Herêma Kurdistanê de kir û got “Em di wê baweriyê de ne ku hikûmeta Iraqê ji kontrolkirina asayîşa sînorên me yên hevbeş û bi taybet Herêma Kurdistanê berpirs e.”

Herwiha Kenanî dibêje “Bi taybetî li herêmê (Herêma Kurdistanê) çalakiyên çekdarî yên komên cudaxwaz ên ku sînorên me yên hevpar bikar tînin, ewlekariya me ya hevpar û nîzama giştî dixin metirsiyê. Divê rêz li peymana me ya berê ya li gel hikûmeta Iraqê bê girtin.”

Rayedarê Îranî diyar kir ku ew naxwazin li herêmê kampên perwerdeyê yên ti grûpeke çekdar bibînin û wiha berdwam kir “Divê di çarçoveya biryarên lijneya ewlehiyê ya ku di navbera Bexda û Tehranê de hatiye avakirin de sûcdarên li dijî gel û hikûmeta Îranê radestî me bên kirin û biryar bên çîbiçîkirin.”

Herî dawî Îranê di 28ê Îlona 2022an de kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên Herêma Kurdistanê bombebaran kiribû û di encamê de jin jî di nav de 17 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 50 kes jî birîndar bibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst