Metirsî heye Tirkiye 2 ronamegerên Kurd radestî Îranê bike

22-06-2024
Mehmed Salih Bedirxan
Nîşan Rojnameger Îran Kirklarelî Reşad Muhemedî Fehmîde Huseynî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Metirsî heye ku Tirkiye 2 rojnamegerên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê radestî Îranê bike.

Rojnamegerên Kurd Reşad Mihemedî û Fehmîde Huseynî bi hinceta bi “awayekî neyasayî” derbasî Tirkiyeyê bûne li Kampa Pehlîvankoyê ya Kirklareliyê hatine bicihkirin.

Parêzerê Reşad Muhemedî û Fehmîde Huseyniyê Bulent Arar diyar kir ku ew hêvî dikin dadgeh biryara radestkirina wan bisekinîne lewre metirsî li ser jiyana wan heye.

Bulent Arar eşkere kir ku ew rojnameger in û wekî rojnameger bi salan li hemberî binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê nûçe çêkirine û nabe werin dersînorkirin.

Di kanalên Tishk Tv û KURD Kanalê de kar kirine

Reşad Mihemedî û Fehmîdê Huseynî 5 salan li kanalên televîzyonê yên wekî Tishk Tv û KURD Kanalê yên Rojhilatê Kurdistanê kar kirine û hevjînên hevdû ne.

Reşad Mihemedî di beşên karên teknîkî û Fehmîdeyê (Ejîn) Huseynî jî di televîzyonan de wekî bêjer kar kiriye.
Fehmîde û Reşad ji bajarê Merîwanê yên Rojhilatê Kurdistanê ne.

Fehîme Huseyniyê 18ê Îlona 2022yan de li Ofîsa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li Herêma Kurdistanê daxwaza penaberiyê kiriye.

25ê Adara 2024an Fehmîde û Reşad derbasî Tirkiyeyê dibin û li parêzgeha Çanakkaleyê li nava otobusekê tên desteserkirin.

Dadgeha Tekirdagê bi "hinceta binpêkirina sînoran û ji bo radestkirina welatên wan" dozê li Reşad û Fehîme vedike û wan dişîne Navenda Vegerandinê ya Penaberan a Pehlîvankoyê ya Kirklareliyê.

Parêzer Bulent Arar li ser dosyeya Fehmîde û Reşad ji Rûdawê re axivî.

Bulent Arar da zanîn ku ew ji roja hatine girtin li Navenda Vegerandinê ya Penaberan a Pehlîvankoyê hatine bicihkirin.

“Reşad û Fehmîde rojnameger in”

Bulent Arar amaje bi wê yekê kir ku Fehmîde û Reşad rojnameger in û eger bên radestkirin metirsî li ser jiyana wan heye.

Bulent Arar behsa rewşa neveroka dosyayê Reşad û Fehmîdeyê kir û wiha got:

“Me li dijî biryar û doza radestkirina wan a ji bo Îranê li Dadgeha Îdarî ya Tekirdagê doz vekir.

Ew rojnameger in. Li hemberî bipêkirinên mafên mirovan û polîtîkayên rejima Îranê bi dehan karên wan û nûçeyên wan hene.

Me ew wekî flashdîskekê jî amade kir û da dadgehê.

Me weşanên Fehmîdeyê jî xistin nava dosyayê û heta niha ti pêşveçûn di dosyeyê de nîne.

Ez wisa hêvî dikim ku heta 3 mehan doza wan bi encam bibe û dadgeh statuya parastinê ya navneteweyî bide wan.

Ew penaber in û wekî penaber hatine Tirkiyeyê ji xwe li Îraqê jî daxwaza penaberiyê kiriye."

Parêzer Bulent Arar di berdewamiya axaftina xwe jî de amaje bi bombaranên Îranê yên li Herêma Kurdistanê jî kir û wiha pê de çû:

“Kampên ku Fehmîdeyê û Reşad lê kar dikir û lê dijiyan jî hatine bombebarankirin û ew neçar mane ku ji Îraqê jî derkevin. Me ji dadgehê re behsa hemû serpêhatiya wan kiriye.

Çênabe dadgeh biryara dersînorkirinê jî li ser wan bide û wan radestî Îranê bike.

Ez hêvî dikim ku dadgeh îtîraza me, doza me li ber çavan bigire û wan radestî Îranê neke û bi awayekî yasayî li Tirkiyeyê bimînin. “

“Bila rêxistinên mafên mirovan li se mijarê kar bikin”

Keywan Durudiyê çalakvanê Mafên Mirovan û hevalê Fehmîde û Reşad jî ji Rûdawê re da zanîn ku eger dadgeha Tirkiyeyê biryara desteserkirina wan bide dê metirsî li ser jiyana wan pêk were.

Keywan Durudî bangî rêxistinên mafên mirovan kir ku li ser mijaraReşad û Fehmîdeyê kar bikin da ku ji bo Îranê neyên dersînorkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst