Blinken derbarê operasyona Tirkiyê ya li dijî Rojava û asayîkirina peywendiyan bi Esed re axivî

30-01-2023
RÛDAW
Nîşan Antony Blinken Beşar Esed Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekez dike ku welatê wî dijî her operasyoneke serbazî ya Tirkiyê ye li Rojavayê Kurdistanê ye, her wiha ew li dijî asayîkirina peywendiyan bi Hikûmeta Sûriyê re ne.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken roja Yekşemê 29ê Çileya 2023an di demekê de ku alozî li herêmê zêde bûne, dest bi gera xwe ya Rojhilata Navîn kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di hevpeyvînekê de li gel medyayeke Erebî got, “Rast e Tirkiyê dilgiraniyên rewa li Suriyê hene lê operasyonên serbazî van pirsgirêkan çareser nakin, rêyên din hene ji bo çareserkirina metirsiyên li ser Tirkiyê. Daxwazê ji hemû aliyekî dikin ku xwe ji her karekî serbazî li Suriyê dûr bixin, ji berku wê bibe metirsî bo ser jiyana sivîlan û şerê dijî DAIŞê.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li ser normalkirina peywendiyên Tirkiyê bi Hikûmeta Suriyê re jî got, ew li dijî normalkirina peywendiyên bi Esed re ne û wan bi eşkere ev yek ji hemû aliyan re gotiye.

Antony Blinken li ser gera xwe ya Rojhilata Navîn pirsên El Arabiye bersivand.

Blinken li ser pirsa “Hûn piştgiriyê didin êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê? Hûn nêzîkbûna Tirkan û yên din bi rejîma Esad re çawa dinirxînin?” got, “Derbarê Bakurê Sûriyê de me bang li her kesî kir ku avê aram bikin. Tiştê ku pêwîstiya me pê nîne, bi baweriya min pêwîstiya kesî pê nîne operasyoneke leşkerî li Bakurê Sûriyê ye. Bê guman, ev yek metirsî ye ku ziyaneke mezin bide sivîlan û mirovên bêguneh. Ev bi rastî dikare pêşî li hewldanên ji bo rêgirtina DAIŞê bigire û cihê ku divê bala me lê be, têk bibe.”

Blinken her wiha anî ziman, “Bi rastî jî ne di berjewendiya tu kesî de ye, berjewendiyên Tirkiyê yên ewlehiyê yên rewa hene. Ti îtîrazê vê yekê nîne. Lê ez difikirim ku ev berjewendî bêyî destwerdana leşkerî dikarin werin çareser kirin.”

"Em piştgiriya normalîzekirina bi Esed re nakin"

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li ser nêzîkbûna Tirkiyê û Sûriyê jî gotm “Dema mijar dibe rejîma Esad, binêrin em pir zelal in. Em piştgirî nadin asayîbûnê. Pirsgirêk ev e: Neteweyên Yekbûyî pêvajoyek, pêvajoyeke gav bi gav ku ber bi cîbicîkirina biryarên Encûmena Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî ve dibe, rêyeke siyasî pêşniyar kir. Em piştgiriyê didin vê. Lê mixabin rejîma Esed di vê pêvajoyê de cih nagire û ev yek red kiriye.”

Blinken derbarê aloziya di navbera Îsraîl û Filistînê de jî anî ziman, “Me êrîşên terorîstî yên tirsnak dîtin ku em wan şermezar dikin. Serok Biden li ser wê axivî. Em qurbaniyên sivîl dibînin. Û ya herî girîng di demeke nêzîk de ev e ku hûn hewl bidin hinekî aram bin lê ez ê di çend rojên pêş de bêtir tiştan bibêjim.”

Blinken dê heta 31ê Çileya 2023an li Misir, Îsraîl û Şerîaya Rojava hevdîtinan pêk bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst