Îsraîlê biryar da: Dê bersiva êrişa Îranê bidin!

14 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kabîneya ewlehiyê ya Îsraîlê biryar da ku bersiva êrişa Îranê were dayîn.

Kanal 13 a Îsraîlê ragihand ku di civîna îro ya Kabîneya ewlehiyê ya Îsraîlê de biryara bersivdayîna êrişa mûşekî ya Îranê hatiye dayîn.

Kanal 13 a Îsraîlî da zanîn ku berpirsên Îsraîlê ragihandiye:

“Kabîneya ewlehiyê ya Îsraîlê de biryara bersivdayîna êrişa mûşekî ya Îranê dayîn.”

1ê mehê Îranê “180 mûşek” avêtin Îsraîlê û li gorî artêşa Îsraîlê di êrişa mûşekî de ti Îsraîlî nehatine kuştin.

Her wiha hat diyarkirin ku welatiyekî Filistînî bi lêketina parçeyên mûşekekî miriye.

Medyaya Îsraîlî da zanîn ku Îsraîl naxwaze bersiv dirêj bibe û bibe sedema şerekî din “lê ew dixwazin bi bersivekê dawî li bûyerê bînin”.

Berpirsekî pilebilind ji Kanal 13ê re anî ziman:

“Em dixwazin operasyoneke girîng bikin lê em naxwazin ji armanca şer dûr bikevin.”

Tevî ku heta niha artêşa Îsraîlê bi awayekî fermî bersiva êrişa Îranê nedabe jî beriya niha gotibû ku ew dê bê bersiv nehêlin.

Rêberê Îslamî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî îro di xutbeya Înê de anî ziman:

“Her karê ku bi nêrîna biryarderên serbazî û siyasî, jîrane û rast be di dema xwe de tê kirin.

Her wekî wê ya ku me kiriye û eger di demên bê de jî pêwîst be em dê careke din bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst