Grûpên çekdar ên Filistînê Tel Evîvê dikin armanc

29-10-2023
RÛDAW
Ji destpêka şerî ve Hemasê heft hezar roket avêtine Îsraîlê
Ji destpêka şerî ve Hemasê heft hezar roket avêtine Îsraîlê
Nîşan Artêşa Îsraîlê Hemas Êriş Tel Evîv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tevî êrişên berdewam ên ser Xezeyê, çekdarên Hemasê Tel Evîvê dikin armanc.

Bajarê Tel Evîvê yê Îsraîlê  zêdeyî 70 kilometreyan dûrî Xezeyê ye û rojane grûpên çekdar ên li Xezeyê roketan diavêjinê.

Niştecihekî Tel Evîvê got, “Zengilê agahdarkirinê lê da û rasterast min bangî zarokên xwe kir. Keça min li wê odeyê bû ku yek ji roketan lê ket. Min rahiştiyê û em reviyam. Kurê min jî li hewşê bû. Piştî êrişê me hemûyan di jêrzemînekê de xwe veşart.”

 Niştecihê Tel Evîvê Ben Benyamin jî got:

“Li dikaneke şêrîniyan rûniştibûm û min dengekî bilind bihîst, erd lerizî û hemû cam şikestin. Em reviyan heta cihekî bibînin û xwe tê de veşêrin.”

Di sala 2011an de Îsraîlê sîstema dijî mûşekan danî, wê sîstemê bi hezaran roket û mûşek têk şikandine lê bi dehan jî sîstem derbas kiriye.

Berpirsên Îsraîlê dibêjin, ji destpêka vî şerî ve Hemasê heft hezar roket avêtine Îsraîlê.

Serokê Şaredariya Tel Evîvê Ron Huldai jî got, “Em di şer de ne. Tel Evîv jî beşek e ji dewleta Îsraîlê. Lewra em hemû di jêr êrîşê de ne.”

Ji 7ê Çiriya Pêşîn ve, zêdeyî hezar û 400 kes li Îsraîlê hatine kuştin û zêdeyî 7 hezar Filistînî jî li Xezeyê û 109 kes jî li Kerta Rojava hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst