Misir û Urdinê bombebaranên duh ên Îranê şermezar kirin

29-09-2022
RÛDAW
Nîşan Misir Urdin Îran Herêma Kurdistanê Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezaretê derve yên Misir û Urdinê êrîşên mûşekî û dronî yên Îranê bo ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê di nav axa Herêma Kurdistanê şermezar kirin.

Wezareta Derve ya Misirê di daxuyaniyekê de êrişên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir û ragihand ku ev yek destdirêjî û binpêkirina ne rewa li ser serwerî û ewlehiya Iraqê ye.

Di daxuyaniyê de Wezareta Derve ya Misirê bal kişandiye ser wê yekê ku di êrîşê de mirovên bêguneh bûne armanca êrîşan, û dibêje, “Misir çavdêriya wê aloziyê dike ku di dema çend rojên borî de li deverê qewimîn û derbarê derencam û bandora wan li ser aramiya navçeyê û parastina gelên wan de hişyariyê dide.”

Wezareta Derve û Biyaniyan a Urdinê jî bi tundî bombebarana Îranê ya bo ser Herêma Kurdistanê şermezar kir.

Wezareta Derve ya Urdinê di daxuyaniyekê de got: “Em topbaran û bombebarana mûşekî ya Îranê bi tundî şermezar dikin ku navçeyên curbicur ên Herêma Kurdistanê li komara bira ya Iraqê kirin armanc, ku di encamê de hejmareke zêde kuştî û birîndar hene.”

Îranê duh Çarşembê 28ê Îlona 2022an danê sibehê bi mûşek û dronan êrîşî binke û baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê (Komele) kir.

Li gor amarên herî dawîn, di encama êrîşan de 15 kesan canê xwe ji dest dane û 46 kes jî birîndar bûne ku birîna 10 kesan giran e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst