Seferên trênê yên Wan û Tehranê dê dest pê bikin

28-01-2025
RÛDAW
Nîşan Wan Tehran Seferên Trênan Farzaneh Sadegh Abdulkadîr Uraloglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu ragihand ku dê di navbera Wan û Tehranê de seferên bi trênê dest pê bikin.

Abdulkadîr Uraloglu, bi Wezîra Rê û Bajarvaniyê ya Îranê Farzaneh Sadeghê re civiya.

Abdulkadîr Uraloglu û Farzaneh Sadegh li Wezareta Veguhastin û Binesaziyê ya Tirkiyeyê civiyan û piştr e jî civînên di navbera şandeyên her du welatan de dest pê kir.

Uraloglu piştî civînê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.

“20ê Sibatê firotina bilêtan dest pê dike”

Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê got:

“Me bi Wezîra Rê û Bajarvaniyê ya Îranê Xanim Farzaneh Sadegh û şandeya wê ya birêz re li wezareta xwe civîneke berhemdar pêk anî.

Me di civînê de derfetên hevkariyê yên di navbera welatên me û herêma me de nirxandin.

Em li ser bipêşxistina projeyên hevbeş ên di warê veguhastin û transîtê de û bipêşvebirina pêwendiyên dualî yên di vî warî de rawestiyan.

Di vê çarçoveyê de em dê di navbera Tirkiye û Îranê de dest bi veguhastina rêwiyan a bi rêya hesinî bikin.

Em dê 20ê Sibatê dest bi firotina bilêtên trênan ên di navbera Wan û Tehranê de bikin.

Her wiha em dê bi başkirina veguhastina rêyan re çareseriyên pratîk ji têkiliyên xwe yên bazirganiyê re pêk bînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst