Seferên trênê yên Wan-Tehranê ji nû ve dest pê dikin

23-02-2025
RÛDAW
Nîşan Wan Tehran Seferên Trênan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu da zanîn ku firotina biletên seferên trênê yên di navbera Wan û Tehranê de 25ê Sibatê destpê dike û got, "Geşta yekem dê 9ê Adarê ji Tehranê û 10ê Adarê jî ji Wanê dest pê bike."

Seferên trênê yên di navbera Wan û Tehranê de ku di dema pandemiyê de hatibûn betalkirin ji nû ve dest pê dikin.

Firotina biletên geştan dê 25ê Sibatê destpê bike.

Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu diyar kir ku di encama hevdîtinên li gel Saziya Rêyên Hesinî ya Îranê de seferên trênê dê ji nû ve dest pê bikin û got ku di salên 2019 û 2020ê de ku trên dixebitîn nêzîkî 10 hezar rêwî hatibûn veguhastin.

Abdulkadir Uraloglu bi bîr xist ku ji ber Covîd-19ê sefer hatibûn rawestandin û got:

"Hevkariya rêya hesinî ya di navbera Tirkiye û Îranê de ji bo xurtkirina veguhastina herêmî û zêdekirina tevgera geştûguzariyê gelekî girîng e.

Jinûve destpêkirina geştên trêna Tehran-Wanê dê têkiliyên aborî û kulturî jî xurttir bike."

Uralogluyî bal kişand ser wê yekê ku trên dê hefteyê du caran ji her du aliyan seferê bikin û got:

"Trênên Rêwiyên a Tehran-Wanê dê yekşem û çarşeman demjimêr 12:35an ji Tehranê û duşem û pêncşeman demjimêr 20:00an ji Wanê birê bikevin.

Rêwiyên me dê rêwîtiyeke xweş a 22 demjimêrî bi rehetiya rêya hesinî bikin. Bilet dê roja Sêşemê 25ê Sibatê bên firotin.

Geşta yekem dê 9ê Adarê ji Tehranê û 10ê Adarê jî ji Wanê dest pê bike."

Li gor agahiyan, trêna ser bi Kompanyaya Veguhastina Rêwiyan a Îranê (RAJA) ji 7 wagonên razanê yên bi kapasîteya 40 kesî pêk tê û dê hefteyê du caran ji her du aliyan seferê bike.

Li Tirkiyeyê bilet dê li gişeyên navdewletî yên TCDDyê li Edene, Enqere, Eskîşehîr, Stenbol (Sirkecî), Stenbol (Halkali), Îzmîr (Basmane), Konya û Wanê bên firotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst