Tirkiye û Îsraîl hewl didin peywendiyên xwe asayî bikin

28-01-2022
RÛDAW
Alên Tirkiye û Îsraîlê
Alên Tirkiye û Îsraîlê
Nîşan Tirkiye Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirikiye di guherînkariyên derbarê siyaseta xwe ya derve de berdewam e û ji bo asayîkirina peywendiyên xwe yên ligel welatên Ewropa, Ereb û  Îsarîlê kar dike.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan roja Çarşembê 26ê Çileya 2022ê di hevpeyvîneke televîzyonî de bal kişand ser peywendiyên welatê xwe yên ligel Îsraîlê û amaje bi hewlên asayîkirina peywendiyên Enqere û Televîvê da.

Erdogan ragihand, “Biryar e birêz Hêrzok, Serokê Îsraîlê destpêka meha sibatê serdana Tirkiyê bike. Bi vê serdanê reng e qonaxeke nû ya peywendiyan ligel Îsraîlê dest pê bike. Em jî wek pêşhateke girîng û erênî dinirxînin.”

Piştî cîbicîkirina sîstema Serokayetiya Komariyê li Tirkiyê  di sala 2018ê de guherînkariyek berçav di siyaseta derve ya wî welatî de çêbû û peywendiyên wê yên ligel çendîn welatan aloz bûn.

Lê dîroka aloziya di peywendiyên Enqere û Televîvê de ji wê kevintir e û di çend salên borî de çendîn hewlên asayîkirina peywendiyên di navbera herdû welatan biserneketibûn.

Peywendiyên Tirkiye û Îsraîlê bi îtîrafpêkirina Tirkiyê bi Îsraîlê di sala 1949ê de destpê kirin, bi vê yekê jî Tirkiye bû yekem welatê piraniya nişteciyên wê misimilman ku îtîrafê bi Îsraîlê bike

Di Çileya 1950ê de nûneratiya Tirkiyê li Îsraîlê hatiye vekirin û di Çileya 1980ê de balyozxaneya Tirikiyê li Îsraîlê hate vekirin

Di 31ê Gulana 2010ê dema 6 keştiyan hewil didan dorpêça li ser Xezeyê rakin 8 welatiyên Tirk û welatiyekê Tirk-Amerîkî ji aliyê Îsraîlê ve hatin kuştin.

Wê bûyerê aloziyên di navbera herdû aliyan de gihandin lûtkeyê.

Piştî vê yekê Tirkiyê balyozê xwe ji Îsraîlê vekişand û balyozê Îsraîlê jî ji Enqerê derxist. Tirkiyê hevahengiyên xwe yên serbazî ligel Îsraîlê ragirtin.

Di Adara 2013ê de Benjamin Netenyahu daxwaza lêborînê ji Erdogan kir,lê peywendiyên wan asayî nebûn. Di Gulana 2018ê de piştî biryara îdareya Trump ya derbarê  veguhastina balyozxaneya Amerîkayê  bo Qudsê ew peywendî xirabtir bûn

Di Mijdara sala bihorî de Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett bi telefonê peywendî ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir. Ev jî piştî wê yekê ku Tirkiyê du welatiyên Îsraîlê azadkirin ku wêneyê mala Erdogan ya li Stenbolê girtibûn û bi wê yekê hatibûn tohmetbarkirin ku sixurtî kirine.  

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst