Rojnamegerê Îsraîlî gef li Îraqê xwar: ‘Amade be!’

27-11-2024
RÛDAW
Nîşan Edy Cohen Rojnameger Îraq Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamegerê Îsraîlî Edy Cohen amaje bi wê yekê kir ku Îsraîl dê mudaxeleyî Îraqê bike.

Rojnamegerê Îsraîlî Edy Cohen li ser hesabê xwe yê Xê parvekirinek kir ku tê de gefan li Îraqê dixwe.

Rojnamegerê Îsraîlî Edy Cohen di parvekirina xwe de got:

“Gelê hêja yê Îraqê.

Amade be.

Randevûyeke we jî heye ku kabûsa herî mezin a 21 salan ji holê were rakirin.

Piştî ewlehî û bêbandorkirina eniyên Libnan û Xezeyê, em dê berê xwe bidin wan milîsên ku Îraq talan û wêran kir û bi hawara xwe em aciz kirin.

Û şîfre

Ey axa gemarî û qirêj.

Nîşe: Hûn bi xwenîşandanên wan ên mezin mexapin, ji ber ku ew di talûkeyeke mezin de ne.

Agahiyên rast li cem Cohen in.”

Edy Cohen kî ye?

Edy Cohenê ku navê wî yê rast Edward Haim Cohen e, sala 1972yan ji dayîk bûye.

Cohen cihûyekî Libnanî ye.

Rojnamegerê Îsraîlî Cohen, lêkolerê Navenda Begin Sadat a Lêkolîn û Xebatên Stratejîk e.

Ew li welatên Erebî gelek caran bûye mêvanê kanalên medyayî yên navdar.

Cohen di heman demê de bi parvekirinên xwe yên li ser medyayên civakî jî tê zanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst