Daxuyaniya Amerîkayê ya li ser şerê li Helebê

01-12-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Heleb Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Amerîkayê li ser operasyona Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û bidestxistina Helebê got, “Heyeta Tehrîr El Şamê rêxistineke terorîst e û ti pêwendiya me bi êrişa wan re nîne.”

Koşka Spî bi daxuyaniyekê ragihand ku ti pêwendiya wan bi êrişên Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û hevpeymanên wê yên li dijî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê nîne.

Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî Sean Savett diyar kir ku Amerîka pêşhatên li Helebê ji nêzîk ve dişopîne û bi hikûmetên welatên herêmê re di nava pêwendiyê de ye.

Savett di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got:

“Em rewşa Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopînin û ev 48 saetên dawî em bi paytextên li herêmê re di nava pêwendiyê de ne.”

Savett anî ziman ku şerê li Helebê ji ber redkirina Beşar Esed a beşdariya di pêvajoya siyasî de û baweriya bi Rûsya û Îranê rû daye.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Amerîka di wê baweriyê de ye ku Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) rêxistineke terorîst e û ti pêwendiya me bi êrişa wan re nîne.”

Savett bal kişand ser wê yekê ku Washington bi hevpeymanên xwe re ji bo kêmkirina aloziyan û bidawîanîna şerê navxwe li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî teşwîqa pêvajoyeke siyasî dike.

Çi dibe?

27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Heleb û Îdlibê kir.

Di encama wan êrişan de HTŞyê gelek deverên Heleb û Îdlibê kontrol kirine.

Piştî kontrolkirina wan deveran HTŞyê berê xwe da bajarê Hemayê ku çaremîn bajarê mezin ê Sûriyeyê ye.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, artêşa Sûriyeyê û hêzên Rûsyayê xwe ji Hemayê vekişandiye Himsê.

Her wiha HTŞyê ragihand ku artêşa Sûriyeyê ji bajarê Hemayê “reviyaye”.

Lê belê artêşa Sûriyeyê jî ragihand ku ew ji Hemayê venekişiyane û li bakur û rojhilatê bajêr xwe ji êrişan re amade dikin.

Li aliyê din, li gorî çavkaniyên xwecihî balafirên şer ên Rûsya û Sûriyeyê komên çekdar bombebaran dikin.

Çavkaniyên xwecihî dibêjin ku heta niha herî kêm 14 gund û bajarokên Hemayê ketine bin kontrola HTŞ û komên girêdayê wê.

Her wiha Lêkolerê Navenda Cesûrê ya Lêkolînan Wail Elwan ji Rûdawê re ragihand ku komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike xwe ji bo êrişekê li ser bajarê Til Rifetê amade dikin.

Til Rifet ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve tê kontrolkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst