Fuad Husên û Hakan Fîdan rewşa Sûriyeyê gotûbêj kir

01-12-2024
RÛDAW
Nîşan Fuad Husên Hakan Fîdan Sûriye Heleb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser rûdanên dawî yên li Helebê axivîn.

Li gorî agahiyan, Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên bi telefonê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re axivî.

Her du wezîran di axaftina xwe de behsa rûdanên li Sûriyeyê kirin.

Çi dibe?

27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Heleb û Îdlibê kir.

Di encama wan êrişan de HTŞyê gelek deverên Heleb û Îdlibê kontrol kirine.

Piştî kontrolkirina wan deveran HTŞyê berê xwe da bajarê Hemayê ku çaremîn bajarê mezin ê Sûriyeyê ye.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, artêşa Sûriyeyê û hêzên Rûsyayê xwe ji Hemayê vekişandiye Himsê.

Her wiha HTŞyê ragihand ku artêşa Sûriyeyê ji bajarê Hemayê “reviyaye”.

Lê belê artêşa Sûriyeyê jî ragihand ku ew ji Hemayê venekişiyane û li bakur û rojhilatê bajêr xwe ji êrişan re amade dikin.

Li aliyê din, li gorî çavkaniyên xwecihî balafirên şer ên Rûsya û Sûriyeyê komên çekdar bombebaran dikin.

Çavkaniyên xwecihî dibêjin ku heta niha herî kêm 14 gund û bajarokên Hemayê ketine bin kontrola HTŞ û komên girêdayê wê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst