Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, derbarê şerê li Sûriyeyê peywendiyeke telefonî pêk anîn.
Hakan Fîdan û Antony Blinken îro di peywendiyeke telefonî de rewşa Sûriyeyê gotûbêj kir.
Di axaftinê de rûdanên dawî yên li Sûriyeyê hatin rojevê û Fîdan diyar kir ku Tirkiye li dijî her rûdanê ye ku li herêmê bêîstiqrariyê zêde dikin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê dane, Fîdan û Blinken ragihandin ku li dijî her geşedanekê ne ku seqamgiriya li herêmê têk bide û rê nadin “çalakiyên terorîstî” yên li dijî sivîlan.
Fîdan destnîşan kir, ji bo ku li Sûriyeyê aştî û aramî çêbibe, divê pêvajoya siyasî ya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û mixalefetê encam bide û diyar kir ku ew dê tu carî destûrê nedin fealiyetên terorê yên li dijî û Tirkiye û sivîlên Sûriyeyî.
Fîdan ji Blinken re got, “Em dixwazin aloziya li Sûriyê kêm bibe. Li Sûriyeyê ji bo dabînkirina aştî û aramiyê divê encamek ji pêvajoya siyasî ya di navbera rejîm û mixalefetê de derkeve.”
Di axavtina her du wezîran de şerê Libnan, Xeze û Ukraynayê jî hat rojevê.
Fîdan got ku ji bo agirbesta li Libnanê mayînde be, divê Îsraîl li ser soza xwe bisekine, divê li Xezeyê demildest agirbest çêbibe û alîkariya însanî bigihîje herêmê.
Her wiha di axaftinê da mijarên Ukrayna û Kafkasyaya Başûr jî hatin rojevê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse