Hewlêr (Rûdaw) - Peymana agirbestê ya Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî pesendkirina hikûmetên Îsraîl û Libnanê ragihand, bi dema herêmî saet 04:00an (bi saeta Kurdistanê 05:00) ket warê bicihkirinê.
Serokê Amerîkayê Joe Biden pêkhatina peymana agirbestê ya di navbera hikûmetên Îsraîl û Libnanê de bi daxuyaniya çapemeniyê ragihand.
Biden diyar kir, agirbest îro bi saeta herêmî 04:00an dest pê dike û her wiha Hêzên Çekdarên Libnanê dê di nava 60 rojan de li sînorê başûr ê welêt bi cih bibe û kontrola herêmê têxe destê xwe.
Biden diyar kir ku li gorî peymanê, çekdarên Hizbulahê dê bên bêçekkirin û ber bi aliyê din ê Çemê Lîtaniyê bên derbaskirin û her wisa leşkerên Îsraîlê jî dê di nav 60 rojan de vekişin.
Biden bal kişand ku di vê heyamê de ti leşkerên Amerîkayê dê li Libnanê peywirê neke û bi saya serê hewldanên dîplomatîk ên dûvdirêj ên bi pêşîkêşiya Amerîka û Fransayê peyman pêk hat.
Ji xeynî vê Biden destnîşan kir ku koalîsyoneke navneteweyî ya Amerîka û Fransa pêşîkêşiya wê dike dê di mijara pêkanîna peymana agirbestê de piştgiriyê bide.
Serokê Amerîkayê her wiha ew yek jî anî ziman ku Libnaniyên ji ber êrişên Îsraîlê derbeder bûne û şêniyên Cihû yên li bakurê Îsraîlê dê li cih û malên xwe bên vegerandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse