Îsraîlê êrişî Libnanê kir: Bi dehan kuştî û birîndar hene

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Libnan Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê li başûrê Libnanê 180 xal bombebaran kirin, 37 kes hatin kuştin 68 kes jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Artêşê ragihand ku îro ji nav axa Libnanê 90 mûşek avêtine Îsraîlê.

Li gorî daxuyanê, Artêşa Îsraîlê li başûrê Libnanê di êrişên esmanî de 180 xal bombebaran kirine.

Her wiha Îsraîlê da zanîn ku di wan êrişan de bi hezaran mûşekavêjên Hîzbulahê hatine bombebarankirin.

Li aliyê din Îsraîlê doh li Beyrûta paytexta Libnanê êrişek pêk anîbû.

Di wê êirşê de jî yek ji fermadarên pilebilind ên Hizbulahê Îbrahîm Aqîl û yek fermandarên berê yên "Hêza Ridwanê"Ahmed Mehmûd Wehbî jî di nav de 15 endamên Hizbullahê hatibûn kuştin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Fîras El-Ebyad ragihand ku di êrişên esmanî de 3 zarok, 7 jin bi giştî 37 kes hatine kuştin û 68 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst