Li 4 parêzgehên herêma erdhejê îro dibistan hatin vekirin

27-03-2023
RÛDAW
Nîşan Mereş Meletî Semsûr Hatay Dibistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Mereş, Semsûr, Hatay û Meletî ku piştî erdhejên 6ê Sibatê dibistan hatibûn girtin, piştî 49 rojan îro li 22 navçeyên wan çar parêzgehan dest bi perwerdeyê hat kirin û dê perwerde qonax bi qonax bê birêvebirin.

Li parêzgehên Mereş, Semsûr û Meletî yên Bakurê Kurdistanê û parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê îro 27ê Adara 2023an dibistan hatin vekirin û pêvajoya perwerdeyê dest pê kir.

Di erdhejên 6ê Sibatê de tevî parêzgeha Mereşê, zirareke mezin gihîştibû parêzgehên Semsûr, Meletî û Hatayê jî.

Li gor hatiye ragihandin, îro li navçeyên Andirin û Cela yên Mereşê û li 8 navçeyên Meletiyê perwerdeya rûbirû dest pê kir.

Ji 1127 dibistanên li parêzgeha Rihayê, 12 dibistan di erdhejên 6ê Sibata îsal de herifîbûn.

Li parêzgeha Semsûrê jî li 5 navçeyan pêvajoya perwerdeyê dest pê dike û ji bo xwendekarên li navendê jî polên ji çadiran hatine amadekirin.

Herwiha li parêzgeha Hatayê jî li 7 navçeyan 494 dibistan hatin vekirin. Li Hatayê ji 1315 dibistanan 5 dibistan di erdhejên 6ê Sibatê de hilweşiyabûn.

Roja 6ê Sibata 2023an, du erdhejên bi hêza 7.7 û 7.6 pile ku navenda wan navçeyên Bazarcix û Elbistanê li Mereşa Bakurê Kurdistanê bûn, 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin û bûn sedema wêraniyeke zêde ku di encamê de nêzî 50 hezar kesan canên xwe ji dest dan.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst