Daketina ava Çemê Feratê gihiştiye asteke metirsîdar

27-02-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihandiye, daketina asta ava herdu çemên Dicle û Feratê berdewam e û gihiştiye asteke metirsîdar

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê derbarê metirsiya daketina ava her du çeman de dibêje, bi nêzîkbûna werzê Havînê û bilindbûna pileyên germê, ev yek dibe cihê tirseke mezin li ser jiyana welatiyên Sûriye û Iraqê.

Li gorî zanyariyên ku ji aliyê heman navendê ve hatine belavkirin, bi sedema avakirina bendavan ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve, êdî ava golan daktiye asteke gelekî nizim, ku dike (298.85 mm), di demekê de ku berî mehekê asta ava golan (320.01 mm), bi vê astê jî karîna dabînkirina elektrîkê nîne.

Rêkeftina sala 1987an a di navbera Sûriye û Tirkiyê de diyar dike ku ji mafê Sûriyê ye Tirkiye avê bi qebareya 500 metre sêca di her çirkeyekê de ji bo Sûriyê berde, lê li gorî zanyariyên Rêveberiya Bendava Rojava (Tişrîn), ava Çemê Ferat hin caran digihêje 160 metre sêgoşe di yek çirkeyê de.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst