Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Xan Yûnisê yê Xezeyê di nava çend rojîn dawî de 3 zarok ji ber sermayê qefilîn.
Li Nexweşxaneya Nasirê ya Xan Yûnisê ya Xezeyê bijîşkek otopsiya termê zarokeke 21 rojî dike ji sermanan canê xwe ji dest dabû.
"Tenduristiya wî baş bû lê sermaya zêde bû sedema mirina wî"
Rêvebirê Beşa Zarokan a Nexweşxaneya Nasirê Ehmed Ferah got:
"Tendirustiya wî baş bû û bi awayekî xwezayî ji dayîk bibû, lê serma pir zêde bû û bû sedema kêmbûna germahiya laşê wî, vê yekê jî organên wî ji kar xistin û mir."
Ji roja Çarşemê ve li Xan Yûnisê sê zarok ji ber sermayê qefilîne.
Ev di demekê de ye ku pileya germê li Xezeyê di vê hefteyê de 13 pile bû.
Beşek ji malbatên zarokan dibêjin, sermaya zêde bûye sedema sekina dilê pitikên wan.
"Em li erdê radizin û nivînên me yên pêwîst nînin"
Bavê zarokekî mirî Mehmûd Fesîh wiha anî ziman, "Rewşa me di nav çadiran de gelekî xirab e.
Em li ser erdê radizin û nivînên me yên pêwîst nînin. Tenê Xwedê bi hale me dizane."
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji Çiriya Pêşîna 2023yan ve 14 hezar û 500 zarok ji ber bombebaran û êrişên Îsraîlê hatine kuştin, ango di her saetekê de zarokek.
Ev di demekê de ye ku pêdiviya zêdeyî ji sedî 90ê nişteciyên Xezeyê bi alîkariyên mirovî heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse