Dana Gas: Armanca me ew e ku 24 demjimêr elektrîk û 1 milyar m³ gaz bidin Herêma Kurdistanê

26-10-2022
RÛDAW
Dana Gas: Armanca me ew e ku 24 demjimêr elektrîk û 1 milyar m³ gaz bidin Herêma Kurdistanê
Dana Gas: Armanca me ew e ku 24 demjimêr elektrîk û 1 milyar m³ gaz bidin Herêma Kurdistanê
Nîşan Dana Gas Herêma Kurdistanê Iraq Elektrîk Gaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dana Gas red kir ku ti biryarek ji Dadgeha Kerxê bo betalkirina girêbesta xwe ya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re wergirtibe û diyar kir, ew li ser bingeheke zelal a yasayî û destûrî kar dikin û armanca wan ew e ku rojane 24 demjimêr elektrîkê û 1 milyar m³ gazê bidine Herêma Kurdistanê.

Rêveberê Giştî yê Crescent û Rêveberê Kompanya Dana Gasê Mecîd Cafer îro Çarşemê 26ê Cotmeha 2022an li Washingtonê ji Rûdawê re ragihand, kompanyayên navdewletî yên enerjiyê bi milyaran dolar veberhênan li Herêma Kurdistanê kirine, heger “têgihîştineke zelal” ji destûrîbûna girêbestên xwe yên bi Hewlêrê nebûna ew kar nedikirin.

Mecîd Cafer destnîşan kir ku armanca wan bi rêya ew gaza xwezayî ya berhem tînin ew e ku 24 demjimêran elektrîkê bidin Herêma Kurdistanê û hinarde bikin bo deverên din ên Iraqê. Wî teqez kir ku ew dê berdewam bin li ser karê xwe û biryara Dadgeha Federalî "bêbingeh" bi nav kir, ji ber ku "ti bingeheke destûrî" ji bo biryarê nîne, ji ber ku dadgeh "bi awayekî rêkûpêk li gorî yasayên Iraqê nehatiye avakirin."

Mecîd Cafer diyar kir, ew pêşbînî dikin ku di pêşerojê de berhemanîna gazê li Herêma Kurdistanê rojane bigihêje 1 milyar m³ ku niha 500 milyon m³ berhem tînin û piştî demekê jî 250 milyon m³ dê lê zêde bikin û ji wê asta ku di destpêkê de bi Hewlêrê re di sala 2008an de li ser rojane 80 milyon m³ li hev kiribûn, gelekî zêdetir e.

Hevpeyvîna Rûdawê bi Rêveberê Giştî yê Crescent û Rêveberê Kompanya Dana Gasê Mecîd Cafer re:

Rûdaw: Roja Yekşemê Dadgeha Kerxê ya Iraqê ji Dana Gasê xwest û ragihand ku biryara betalkirina girêbesta xwe ya bi Herêma Kurdistanê re bidin, helwest û berteka we çi ye li ser vê?

Mecîd Cafer: Berî her tiştî, Dana Gas tiştek ji Dadgeha Kerxê wernegirtiye, lewra ew xelet e. Duyem, ev hemû wek hinek gavên siyasî yên li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê tên avêtin, helbet dibe ku girêdayî avakirina hikûmeta niha li Bexdayê be. Dadgeha bi navê Dadgeha Bilind a Federal, ti bingeheke qanûnî ji bo van gavan tine ye, ji ber ku li gorî yasa û destûra Iraqê bi rêkûpêk nehatiye damezrandin. Em têdigihin ku yek ji pêşîniyên hikûmeta nû ew e ku Dadgeha Bilind a Federal bi rêkûpêk damezrîne û qanûnên pêwîst derxîne, wek nimûne li ser parvekirina dahatê û yasaya veberhênana neftê ya federal ku ji sala 2007an ve li hêviyê ne. Ev hemû ji bo çareserkirina van pirsgirêkên di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne. Em hêvîdar in ku ev yek bi alîkariya Xwedê pêk were. Bi dîtina me, em pir zelal in li ser mafên xwe yên yasayî û mafên Herêma Kurdistanê yên ku di Destûra Iraqê ya sala 2005an de hatine destnîşankirin ku ji aliyê hejmareke zêde ya saziyên yasayî yên navdewletî ve hatiye pesendkirin û rêz li wan hatiye girtin.

Rûdaw: Ez dixwazim pirseke din lê zêde bikim, Dadgeha Federalî ya Iraqê biryarek li ser yasaya neft û gazê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derxist, wê biryarê çi bandor li ser kompanyayên navdewletî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê kir?

Mecîd Cafer: Hemû kompanyayên petrolê yên navdewletî, ji kompanyaya petrolê ya mezin a navdewletî bigire heta kompanyayên serbixwe yên ku li Amerîka, Brîtanya yan cihên din hatine damezrandin, gelek pispor in, xwedî ezmûn û piştevaniya wan a yasayî heye. Wan jî wek me bi milyar dolaran veberhênan li Herêma Kurdistanê nedikirin, eger têgihîştineke zelal ji aliyê yasayî ya vê pirsê nebûya ku di destûra Iraqê û yasaya Kurdistanê de jî hatiye destnîşankirin. Dadgeha bi navê Federal, weke me got, li gor yasa û destûra Iraqê bi awayekî rêkûpêk nehatiye avakirin. Yek ji şert û mercên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ku hefteya bê dê were pesendkirin, derxistina vê yasayê û yasayên din ên pêwîst di warê neft û gazê de ye.

Rûdaw: Hêviya we heye ku hikûmeta bê pirsgirêkan bi temamî û ji bo her kesî çareser bike?

Mecîd Cafer: Belê, em hêvîdar in, ji ber ku nakokiyên di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bi rastî ji bo tevahiya Iraqê, ne alîkar in. Berovajî vê yekê, bûne sedema nearamiyê û zirar daye veberhênana tevahiya Iraqê. Helwesta me li ser mafên me zelal e û em li ser planên xwe berdewam in, berhemanîna me ji bo elektrîka navxwe ya Herêma Kurdistanê ye û elektrîk ji bo deverên din ên Iraqê tê hinardekirin, bi gaza ku em berhem tînin. Lewma têgihîştina me pir zelal, ne tenê ji bo mafên me yên yasayî, tiştê ku em dikin alîkariya tevahiya Iraqê dike. Ji ber wê jî em hêvîdar in ku ev pirsgirêk bêne çareserkirin, ji ber ku dê bi kêrî hemû Iraqê were.

Rûdaw: Em dizanin ku planeke we ji bo pêşxistina qada Kor Morê heye, plana we çi ye, armancên we çi ne û hûn dixwazin di çend salên bê de çi bi dest bixin?

Mecîd Cafer: Me bi milyar dolaran veberhênan kiriye ji dema ku me bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re di sala 2007an de girêbest îmze kiriye. Piştî salekê, me di sala 2008an de bi rojane 80 milyon m³ dest pê kir. Niha em rojane 500 milyon m³ berhem tînin, bi xêr û xweşî, her wiha gaza nefta şil û gaza tîr. Em li bendê ne ku sala bê bi alîkariya Xwedê 250 milyon m³ lê zêde bikin û wê demê em dikarin zêdetir jî bikin ku rojane bigihêjin 1 milyar m³. Em dixwazin û dikarin vê armancê bi şirîkatiya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re berdewa bikin û kar dikin ji bo dayîna elektirîkê 24 demjimêran ku em dizanin di warê civakî û aborî de pir girîng e. Herêma Kurdistanê ne tenê dikare pêwîstiya xwe ya elektrîkê dabîn bike, di heman demê  de dikare alîkariya hemû Iraqê bike û pîşesaziya xwe jî bihêz bike, ji ber ku dema pêwîstiya elektirîkê dabîn bibe, dikarî gazê ji bo pîşesaziyê bikar bînin ku ev yek jî derfeta zêdetir a kar derdixe holê û bihaya aborî jî ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê dirust dike.

Rûdaw: Nêrîna we ya derbarê êrîşên li ser qadên ku hûn lê kar dikin çi ye, bandoreke çawa li ser we û kompanyayên din ên navdewletî dike?

Mecîd Cafer: Ev êrîş cihê daxê ne. Spas ji Xwedê re, ti bandoreke wan li ser berhemanîna me nebû, ti ziyanên canî çênebûn, ev êrîş weke ku siyasetmedarên hemû partiyan gotin, êrîş li ser berjewendiyên Iraqê ne, ji ber ku ya ku em dikin ew e ku dabînkirina elektrîka erzantir û paktir e ji welatiyên Iraqê re, ne tenê ji Herêma Kurdistanê re. Tişta ku em hewl didin bi dest bixin ev e, da ku Iraq bikare ji van çavkaniyên enerjiyê sûd werbigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst