Şîrovekarê Serbazî Ehmed Rehal: Îran dixwaze êrîşên xwe li Sûriyê berfireh bike

26-03-2023
Hisên Omer
Hêzên Amerîka û grûpên ser bi Îranê ve li Dêrezorê şerê hev dikin
Hêzên Amerîka û grûpên ser bi Îranê ve li Dêrezorê şerê hev dikin
Nîşan Amerîka Îran Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê û çekdarên ser bi Îranê ve li Dêrazorê êrîşî navendên hev dikin. Şeva derbasbûyî jî herdu aliyan êrîşî hev kirin, li gorî zanyariyan di êrîşên Amerîka de 19 çekdar hatine kuştin 14 ji wan Sûrî ne û 5 jî biyanî ne. Şîrovekarê serbazî û siyasî general Ehmed Rehal jî dibêje: “Îran dixwaze êrîşên xwe li Sûriyê berfireh bike.”

Balafirên F16 yên hêzên asmanî yên Amerîkayê êrişî pêgehên milîsên girêdayî Îranê li bajarê Dêrezorê û derdora kir.

Li gorî zanyariyên ku ji herêmê hatine bidestxistin di êrîşên Amerîkayê de 19 çekdar hatine kuştin ku 3 serbazên Sûrî ne, 11 milîsên Sûrî ne û 5 çekdarên biyanî ser bi hikûmeta Sûriyê ne.

General Ehmed Rehal, şîrovekarê serbazî û siyasî yê Sûrî ji Rûdawê re got eger bersiveke Amerîkî tund tune be, Îran dê êrîşên xwe berfireh bike.

Şîrovekarê Serbazî û Siyasî General Ehmed Rehal dibêje: “Netenyahû ne şaş bû dema got, Îran tenê di zimanê hêzê digihêje. Sistiya Amerîka li hember êrîşên milîsên Îranê li rojhilatê Feratê, eger li kargeha Konîko be, yan binkeya Tinif be, yan jî binkeya Omer be, Îran gihand wê qonaxê ku îro tehedaya hebûna Amerîkayê li Sûriyê bike. Navûdeng û şikomendiya Amerîka îro di destê Biden de ne. Yan dê bersivên mikum û tund û perçiqîner hebin ku Îranê rawestînin û sînorekê ji Îranê re danin, yan jî herêm ber ve hilkişaneke serbazî diçe ku dibe bigihêje astekê ku bibe şerekî îstinzafê ji bo Amerîka û ev e tiştê ku Îran dixwaze û li pişt wê jî Rûsya."

Derbarê van êrîşan de, Serokê Amerîka Joe Biden daxuyanî dabû.

Serokê Amerîkayê Joe Biden gotibû: “Tîmên Asayîşa Niştimanî agahî dan min ku grûpeke çekdar a Îran piştgiriya wê dike bi firokeya bê firokevan êrîşî bingeheke me kiriye û di encamê de çend Amerîkî birîndar bûne û welatiyekî me jî canê xwe ji dest daye, min yekser fermana bersivdanê derxist û hêzên me yên serbazî çend êrîşên esmanî dijî wan aliyan pêk anîne.”

Wezareta Derve ya Sûriyê, di daxuyaniyekê de, êrîşên Amerîka şermezar kir û got, "Derewyên kirêt ên Amerîka derbarê pêgehên ku kirine armanc tenê hewleke têkçûyî ye ji bo dîtina behaneyan ji bo vî karê dijminane."

Êrîşên Amerîkayê wekî bersivdan li ser rokêtbarankirina binkeyeke serbazî ya Amerîkayê li nizîk bajarê Hesekê bûye ku roja pêncşemê bibû sedema kuştina belênderekî Amerîkî û birîndarbûna belênderekî û 5 serbazan. Piştî êrîşên Amerîkayê, milîsên ser bi Îranê, bi 10 rokêtan, binkeya Green Village li zeviya el-Omer li rojhilatê Dêrezorê kiribûn armanc, lê çavkaniyên Amerîkî tekez dikin ku tu ziyan li pey xwe nehiştibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst