Li nêzîk Sûriyê belemeke koçberan binav bû: 81 kes xeniqîn

23-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li beravên bendera Tertûs a Sûriye belemeke koçberan binav bû, û di encamê de 81 kes di nav deryayê de xeniqîn.

Li gor medyaya Sûriye, êvara Pêncşembê 22ê Îlonê li beramber bendera Tertûs a Sûriye belemeke koçberan binav bû û di encamê de hejmarek koçber xeniqîn.

Li gor hin zanyariyan, di navbera 150-180 kesan di wê belemê de bûne, lê ew hejmar hêj bi fermî nehatiye piştrastkirin.

Ew belema koçbera ji bendera Terablus a Lubnanê ve birê ketibû, lê li nêzîk beravên bendera Tertûsê nuqmî avê bû.

Roja Pêncşembê, Wezareta Veguhestinê ya Sûriyê ragihandibû ku 15 kes li beravên Sûriyê mirî hatine dîtin.

Rêveberê Giştî yê Benderên Deryayî, General Samir Qibrislî di daxuyaniyekê de diyar kir “Kadroyên me niha bi hemû hewlên xwe kar dikin ji bo rizgarkirina qeyikeke deryayî (...) li ber devera El-Mentar, Erwad (Girav) û çend cihên li berava Tartûsê.”

Samir Qibrislî herwiha got, “15 term hatine dîtin û 8 kesên sax mane jî rakirin nexweşxaneya El-Basil a bajarê Tartûsê.”

Lê li gor nûçeya BBC, rayedarên Lubnanê îro Înê 23ê Îlonê ragihandine, ku termên 61 kesan ji beravên Sûriyê hatine derxistin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî dibêje, di encama binavbûna wê belemê de 81 kesan canê xwe ji dest dane, û tenê 20 kes hatine rizgarkirin.

Li gor zanyariyan, zêdeyî 70 kesên din wendayî ne.

Kesekî rizgarkirî derbarê hejmara kesên di belemê de ragihandiye, “140-150 kes bûn, dibe ku 150 yan 180 bin, yan kêmtir bin, ez nikarim texmîn bikim.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst