Rojavayê Kurdistanê li ser beşdariya Esed di Lûtkeya Erebî de çawa difikire?

23-05-2023
Hisên Omer
Serokê Sûriyê Beşar Esed roja 18ê Gulana 2023 ji bo beşdariya di Lûtkeya Erebî ya li Ceddeyê de serdana Erebistana Siûdiyê kir. Wêne: AFP
Serokê Sûriyê Beşar Esed roja 18ê Gulana 2023 ji bo beşdariya di Lûtkeya Erebî ya li Ceddeyê de serdana Erebistana Siûdiyê kir. Wêne: AFP
Nîşan Sûriye Beşar Esed Lûtkeya Erebî Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Beşdarbûna Beşar Esed, di civîna Lûtkeya Erebî de û asayîkirina peywendiyên welatên Erebî ligel Sûriyê nerînên aliyên Rojavayê Kurdistanê kiriye du beş. Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye Nafih Ebdullah, ji bernameya Çavê Sêyem a Radyoya Rûdawê re got, xelkê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ji vê pêngavê dilgiran in. Lê Hisên Omar, lêkolerê babetên stratrejîk ji heman bernameyê re got, yek ji armancên vê pêngavê sivikkirina rola Tirkiyê û Rûsyayê ye li Sûriyê.

Beriya çend rojan, Sûriye bi Serokatiya Beşar Esed, beşdarî civîna Lûtkeya Erebî ya bi mazûvaniya Erebistana Siûdiyê bû.

Êdî rewşa Sûriyê di nav civaka siyasî ya erebî de bi temamî asayî bûye. Vê yekê nêrînên aliyên Rojavayê Kurdistanê dubeş kiriye.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriye, Nafih Ebdullah ji bernameya Çavê Sêyem a Radioya Rûdawê re got, xelkê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ji vê pêngavê dilgiran in.

Nafih Ebdullah got: “Xelk îro li Kurdistana Sûriyê bi çavekî nerihetî li vê vegera Sûriyê bo nav Komkara Erebî temeşe dikin. Ji ber tişta wê rejîmê bi serê milletê Sûriyê de anî tiştekî gelek mezin bû.”

Lê berpirsên Rêveberiya Xweser û aliyên wê yên siyasî û hinek şîrovekar û lêkolerên Kurd jî bi dilgiranî li vê pêngavê temaşe nakin.

Lêkolerê babetên stratrejîk Hisên Omar ji heman bernameyê re got, yek ji armancên vê pêngavê sivikkirina rola Tirkiye û Rûsyayê ye li Sûriyê.

Hisên Omar got, “Ez wiha dibînim ku vegera Sûriyê bo nav Komkara Erebî ji bo kêmkirina bandora Tirkiyê û Îranê li Sûriyê ye, ji ber bandora her du welatan li Sûriyê gelek zêde ye.”

Lê hevdem ligel pêngavên aliyên Erebî ji bo normalîzekirina pêwendiyan ligel Sûriyê li Washingtonê, Komîteya Peywendiyên Derve ya Encûmena Nûnerên Amerîkayê, proje yasayayek ji bo rêgirtinê li asayîkirina pêwendiyan ligel hikûmeta Sûriyê amade kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst