Rêya di navbera Til Temir û Minbic de tê vekirin

23-05-2020
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Sûriye Rêya M4 Minbic Til Temir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî danûstandinên di navbera hêzên Rûsyayê û Meclisa Til Temirê de, herdu aliyan li ser vekirina rêya M4 bo tevgera şêniyan, li hev kirin.

Hevserokê Şaredariya Til Temir Mihemed Xelo ji Rûdawê re diyar kir ku piştî danûstandinên bi hêzên Rûsyayê re, li ser vekirina rêya navneteweyî ya M4 ji bo çûn û hatina sivîlan, li hev kirin.

Mihemed Xelo diyar kir ku wê roja Duşemê 25ê Gulanê ku dike roja duyem a Cejna Remezanê, dê rêya M4 di navbera Til Temir û Minbic de bê vekirin.

Xelo da zanîn ku ew destpêşxerî Rûsya kiriye, bi hemahengî li gel her hêzên Tirkîyê û Encûmena Xwecehî ya Til Temirê bûye.

Roja duşemê dê xelk ji saet 09.00 dikarin berê xwe bidin Minbic û rê ji bo bazirganiyê wê were vekirin.

Rûsya dê ewlehiya rê li xwe bigire.

Rêya navdewletî M4 rêya sereke ya di navbera Heleb û Qamişlo de ye û ji dema êrîşa artêşa Tirkiyê û grubên çekdar li ser Serê Kaniyê û Girê Sipî ve hatibû girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst