Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê "Hêzên Demokratîk ên Bakur" Ebû Omer Îdlibî got, “Me biryara da ku em tevlî artêşa Sûriyeyê bibin.”
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Encûmena Sûriyaya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser civîneke hevbeş li dar xist.
Ebû Omerê Fermandarê "Hêzên Demokratîk ên Bakur" ên ku beşek ji HSDyê ne, biryarên di civînê de hatine dayîn li ser hesabê xwe yê Xê belav kirin.
Ebû Omer Îdlibî da zanîn ku di civînê de biryar hatiye dayîn ku HSD û dezgehên ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser tevlî artêşa Sûriyeyê bibin.
8 xalên ku Ebû Omer Îdlibî parve kirine ev in:
“Yekkirina saziyên leşkerî û ewlehiyê
Biryar hat dayîn ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û saziyên ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser têkevin nav artêşa Sûriyeyê. Ev gav ji bo yekkirina û xurtkirina hêza neteweyî hat avêtin.
Çalakkirina saziyên sivîl
Li ser çalakkirina saziyên xizmetê yên dewletê yên li bakur rojhilatê Sûriyeyê û pêşkêşkirina xizmetên bingehîn lihevkirin çêbû. Her wiha li ser başkirina rewşa jiyana xelkê herêmê jî lihevkirin çêbû.
Vekişîna şervanên biyanî
Hat tekezîkirin ku divê hemû şervanên biyanî ji nav HSD û herêma bakurrojhilatê Sûriyeyê vekişin. Ev gav ji bo xurtkirina serweriya neteweyî û pêkanîna aramiyê wekî gaveke girîng tê dîtin.
Zêdekirina hevahengiyê bi hikûmeta Sûriyeyê re
Biryar hat dayîn ku bi hikûmeta Sûriyeyê re hevahengî were zêdekirin û li ser mijarên neteweyî civîn bêhtir bên lidarxistin.
Girîngiya parastina yekparçeyiya Sûriyeyê
Hat tekezîkirin ku divê yekparçeyiya axa Sûriyeyê were parastin û tevlîbûna hêzên herêmî ya artêşa Sûriyeyê dê hêza parastina welêt xurt bike.
Vegera koçberan
Li ser pêkanîna mercên pêwîst ên ji bo hêsankirina vegera koçber û kesên ku ji cih û warên xwe hatine dûrxistin lihevkirin çêbû.
Pîrozbahî û vexwendin ji bo Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer
Bi wesîleya destpêkirina erkê wî, pîrozbahî li Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer hat kirin û ew ji bo serdaneke fermî ya bakurrojhilatê Sûriyeyê hat vexwendin.
Mekanîzmayên bicihanîna biryaran
Komîteyên hevpar dê bên avakirin û dê bê piştrastkirin ku biryar bi awayekî bibandor tên bicihanîn.”
Ebû Omer Îdlibî diyar kir ku ev biryar di civînê de wekî "gavên girîng ên ji bo bipêşxistina yekîtiya neteweyî û dabînkirina aramiya li welêt" hatine nirxandin.
ملخص اجتماع مجلس سوريا الديمقراطية (مسد) مع قوات سوريا الديمقراطية (قسد) والإدارة الذاتية لشمال وشرق سوريا
— ابو عمر الإدلبي (@abo_omar_idleb) February 18, 2025
عُقد اجتماع يوم أمس بين الأطراف المعنية، حيث تم التوصل إلى مجموعة من الاتفاقات الهامة لتعزيز التعاون والاستقرار في سوريا. فيما يلي أبرز النقاط المتفق عليها:
1. **دمج… pic.twitter.com/tFLgs88qmD
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse