Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan diyar kir ku pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê hêvîbexş in û gavên watedar tên avêtin.
Hakan Fîdan li bajarê Johannesburgê yê Komara Afrîkaya Başûr beşdarî civîna Wezîrên Karên Derve yên Welatên G-20ê bû û di panela "Rewşa Jeopolîtîk a Cîhanê" de li ser pêşhatên dawî yên li cîhan û herêmê axivî.
Li gorî çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, Hakan Fîdan di axaftina xwe de ragihand ku pêşhatên vê dawiyê yên li Sûriyeyê hêvîbexş in.
"Dilgiraniyên welatên cîran li ber çavan tên girtin"
Hakan Fîdan behsa pêşhatên li Sûriyeyê kir û got:
"Li Sûriyeyê ji bo qonaxeke giştgir û veguhestinê gavên watedar tên avêtin. Ji bo muameleyeke wekhev a li hemberî hemû pêkhateyên etnîkî û olî tekezî tê kirin.
Dilgiraniyên welatên herêmê li ber çavan tên girtin.
Kontrolkirina çekên kîmyayî wekî karekî bingehîn berdewam dike.
Ji bo ku Sûriye bi awayekî watedar serbixwe be û bi pêş bikeve divê ceza bê merc bêne rakirin.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê behsa şerê Rûsya û Ukraynayê jî kir û da zanîn ku rêya yekane dîplomasî ye û Tirkiye çareseriya dîplomatîk diparêze.
Hakan Fîdan behsa şerê Xezeyê jî kir û wiha domand:
"Rêya gihiştina aştiyeke mayînde û dadmend ne ew e ku bi milyonan Filistînî ji axa xwe bên derbederkirin.
Ew axa ku Filistîniyan ji bo wê fedakariyên mezin kirine ne mijareke guftûgoyê ye.
Çareseriya du dewletan dereng maye û ev yek rêya yekane ya gihiştina aştiyeke mayînde ye.
Pêknehatina vê çareseriyê tenê rûbirûbûnê didomîne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse