Nasralah li ser teqînên amûrên pêwendiyê çi got?

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hesen Nasralah Amûrên Pêwendiyê Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nasralah diyar kir ku Îsraîlê bi hezaran amûrên pêwendiyê di heman demê de teqandine.

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah li ser teqînên amûrên pêwendiyê yên Li Libnanê bi vîdeoyekê daxuyanî da.

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah di peyameke vîdeoyî de got:

“Hejmara qurbaniyên êrişên Îsraîlê pir zêde ye û bi dehan kes mirine.”

17 û 18ê Îlonê, bi hezaran amûrên pêwendiyê li Beyrûtê û çend cihên din teqiyan.

Hizbulah yekser berpirsyariya êrişan avêt ser Îsraîlê lê Îsraîlê heta niha berpirsyariya wan negirtiye ser xwe lê red jî kiriye.

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah anî ziman:

“Îsraîlê bi teqandina van amûran xwestiye di carekê de 4 hezar kesan bikuje.”

Nasralah di peyama xwe de her wiha anî ziman:

“Bê guman me ji aliyê ewlehî û mirovî de gurzeke xurt xwariye.

Di dîroka Libnanê de gurzeke nedihat çaverêkirin bû ku asta dijminatiyê bigihe vê astê.

Di warê şer û nakokiyên li dijî Îsraîlê de jî, li herêmê û cîhanê bê mînak bû.

Bûyerek wiha çênebûye ku amûrên Pager û bêtêl bi vî rengî werin armanckirin bêyî ku guh bidin mirovên li derdora hilgirên amûran.

Erê, me gurzeke mezin xwar lê xwezaya şer ev e û em dizanin ku dijmin di teknolojiyê de pir pêşketî ye.

Ji ber ku ew ne bi tenê ne, ji hêla Amerîka, NATO û Rojava ve têne piştgirîkirin.”

Hesen Nasrallah li ser rewşa birîndaran diyar kir ku tîman hinek ji wan birine Sûriyeyê.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant jî doh çû serdana baregeheke hewayî ya li nêzîkî bajarê Heyfayê yê bakurê Îsraîlê.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant di serdana xwe de got:

“Navenda giraniyê ber bi bakur ve diguhere. Em hêz, çavkanî û enerjiya xwe ber bi bakur ve dibin.”

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant da zanîn:

“Ez dibêjim ku em di destpêka qonaxeke nû ya şer de ne.

Divê em xwe biguncînin. Divê em bi demê re hevgiriyê nîşan bidin.

Ji bo vî şerî cesaret, biryardarî û israra mezin divê.”

Teqandina cîhazên ragihandinê

Pêr amûrên pêwendiyê yên Pagerê yên ku çekdarên Hizbulaha Libnanê bi kar tînîn di êrişeke sîber de hatin teqandin.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku 2 hezar û 800 kes birîndar bûne û birînên 200 kesî giran in.

Hizbulahê piştre bi rêya hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku 12 endaman wan mirine.

Hizbulahê di daxuyaniya xwe de navên miriyan û salên wan ên jidayîkbûnê jî dan.

Duh jî di dema merasîma veşartina 4 kuştiyên teqîna pêr a amûrên pêwendiyê de careke din cîhazên Pagerê û cureyên din ên pêwendiyê hatin teqandin.

Her wiha li gorî zanyariyan panelên elektrîka rojê û çend amûrên din jî hatine teqandin.

Rayedarên Libnanî Îsraîlê wekî berpirsyarê bûyerê dibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst