Akar: Em dê xalên leşkerî yên daîmî li rojhilatê Firatê danin

19-09-2019
RÛDAW
Nîşan Navçeya Aram Artêşa Tirkiyê Rojavayê Kurdistanê Hulusi Akar Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniya Tirkiyê ragihand ku ew dê xalên daîmî li Rojvayê Kurdistanê ava bikin û got, dibe ku ew xalên daîmî weke yên li Başûrê Kurdistan bin, lê divê danûstandin li ser bêne kirin.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar di hevpeyvîneke ligel ajanseke Tirkiyê de ragihand ku ew dê wek li Başûrê Kurdistanê, hezên xwe bi awayekî daîmî li rojhilatê Firatê bicih bikin.

Di derbarê navçeya aram de Hulusî Akar rexne li Amerîkayê girtin û ragihand ku Amerîka bêyî dil beşdarî avakirina navçeya aram bûye û ew pêvajo sist birêve diçe.

Hulusi Akar got dê dewriyeyên wan ên hevbeş li gel Amerîkayê berdewam bin û dê ev yek jî pêngav bi pêngav be.

Akar amaje kir ku xalên wan ên leşkerî yên li herêma Idlibê tenê bo çavdêriyê ne, lê ew dê bingehên xwe yên leşkerî yên wekî li Başûrê Kurdistanê hatine danîn, li Rojavayê Kurdistanê bicih bikin û ew dê hewl bidin heta 30-40 kîlometre bi kûrahî têkevin nav axa Rojavayê Kurdistanê.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê derbarê armanca wan de diyar kir ku danî bingehîn leşkerî dibe karê destpêkê ew dê bi dirêjihiya 440 kilometre li ser sînor hêzên xwe bicih bikin û bê cudahî penaberên Sûrî li navçeya aram bi cih bikin.

Hulusî Akar gefên welatê xwe dubare kir û got ku heger Amerîka wek daxwazên wan tevnegere, plana wan a leşkerî bo rojhilatê Firatê amade ye û ew dê bixwe planên xwe bicih bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst