Efserê Tirkiyê yê li Zap-Avaşînê birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da

15-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, efserekî wan ku li herêma “Operasyona Pence-Kilîd” a di nav axa Herêma Kurdistanê de birîndar bûbû, canê xwe ji dest da.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, roja 5ê Kanûna 2022an li herêma “Operasyona Pence-Kilîd” li nav axa Herêma Kurdistanê di encama teqîna mayîneke vedayî ya gêrîlayên PKKê de efserê wan ê bi navê “Tunahan Yildiz” bi giranî birîndar bûbû û bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gulhaneyê ya Leşkerî hatibû veguhestin.

Li gor daxuyaniyê, Tunahan Yildiz, tevî hemû hewldanên li nexweşxaneyê îro 15ê Kanûna 2022ê canê xwe ji dest daye.

Di teqîna 5ê Kanûna 2022ê efserekî pilebilind ê komando yê Tirkiyê bi navê “Mehmet Duman” jî hatibû kuştin, lê Tirkiyê wê demê derbarê hejmara birîndaran de ti zanyarî belav nekiribûn.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an di nav axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta hebûna binke û baregehên gerîlayên PKKê dest bi operasyona bi navê “Pence-Kilîd” kir û operasyon heta niha berdewam e. Operasyona “Pence-Kilîd” navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên li sînorê qezaya Amêdiyê ve li xwe digire.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst