Sûriye dixwaze vegere nav Komkara Erebî

15-04-2023
RÛDAW
Sûriyê dixwaze vegere nav Komkara Erebî
Sûriyê dixwaze vegere nav Komkara Erebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Demeke vegera Sûriyê ji bo nav Komkara Erebî bûye cihê nîqaşa her civîn û hevdîtineke berpirsên Welatên Erebî, Wezîrên Derve yên welatên Encûmena Hevkariya Kendavê û Wezîrên Derve yên Misir, Iraq û Urdinê li ser vê pirsê li Cedayê civiyan.

Li gorî Wezareta Derve ya Siûdiyê, di Di civîna wezîrên welatên Kendavê û wezîrên derve yên Misri, Iraq û Urdinê de tekezî li ser çareseriya siyasî ji bo krîza Sûriyê û giringiya peydakirina keşûhewayekî aram ji bo gihandina alîkariyan û vegera penaberan, şerê terorê û madeyên hişber hatiye kirin.

Rêveberê Navenda Qudis ji bo lêkolînên Siyasî ji Rûdawê re got, welatên Erebî li ser vegera Sûriyê ji bo nav komkara Erebî bûne sê bere.

Rêveberê Navenda Qudis ji bo lêkolînên siyasî Ureyb Rentawî got: “Aliyek daxwaza lihevhatineke bilez û vegera Sûriyê ji bo nav komkara Erebî, ku Îmarat û hin welatên din serperiştiya wê dike, aliyek din jî heye ku nûneratiya nerîna Urdinê dike, ku dibêje divê ew yek ne bilez be û berya wê Sûriyê hinek daxwaziyên welatên Erebî cibicî bike, wek daxwaziyên Ewlekarî û şerê bazirganîkirina madeyên hişber, Aliyê din jî Qeter e ku li dijî vegera Sûriyê ji bo nav komkara Erebî ye.”

Li navxweya Sûriyê jî nerînên cuda li ser vegera Sûriyê bo nav komkara Erebî hene, opozisyon li dijî wê yekê ye, Rêveberiya Xweser jî dibêje, ew ne li dijî vegera Sûriyê ne, lê divê ew yek ne li dijî berjewendiyên xelkê Sûriyê be.

Endamê Encûmena Serokatiya MSDê li Amerîka Besam Ishaq jî got: “Em wek Rêveberiya Xweser û MSDê tu dijatiyek me tuneye, welatên Erebî azad in eger bixwazin nêzîkî Sûriyê bibin û danûstandinê pêre bikin, em ne li dijî vê yekê ne, lê em naxwazin danûstandin li ser hesabê xelkê Sûriyê bi giştî û yên xelkê bakurê rojhilatê Sûriyê be.”

Piştî erdheja 6ê sibatê, ku piraniya welatên Erebî alîkarî şandin Sûriyê, tevgera çûn û hatina ya di navbera berpirsên Sûriyê û welatên Erebî zêde bûne, ji wê demê ve Serokê Sûriyê seredana Oman û Îmaratê û Wezîrê Derve yê Sûriyê jî seredana Misir, Siûdiyê û Cezayirê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst