Artêşa Tirkiyê navçeyên bakurê Sûriyê topbaran kir

14-06-2023
Nebîl Omer Yûsif
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê heta serê sibeha îro, hejmarek ji navçeyên bakurê Sûriyê topbaran û bombebaran kirin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku artêşa Tirkiyê hejmarek ji navçeyên gundwarê bakurê Helebê, topbaran û bombebaran kirine.

Li gorî heman navendê, di wan êrîşan de bombe, topên hawinan û dron hatine bikaranîn.

Serê sibeha îro jî, artêşa Tirkiyê gundê El-Wehşiye li Navçeya Şehbayê topbaran kiriye û duh şeva Sêşemê jî zirîpoşeke hêzên Rûsyayê li wê deverê kire armanc.

Êvara Sêşemê jî, derdora gundê Aqîbe li nahiyeya Şêrawa ya ser bi Herêma Efrînê topbaran kir û di encamê de 3 leşkerên artêşa hikûmeta Sûriyê birîndar bûn. Hevdem gundê Eltoxar ê bakurê bajarê Minbic, di wan êrîşan de, hate armanckirin. Gundên Soxanekê jî, li nahiyeya Şêrawa li Efrînê hate armanckirin.

Li derdora pira Qereqozaq li  rojhilatê Minbicê endamekî Encûmena Leşkerî ya Minbicê canê xwe ji dest da û yekî din jî birîndar bû.

Droneke Tirkiyê herwiha derdora gundê Tinnib ê ser bi nahiyeya Şera li Efrînê û derdora nahiyeya Til Refeet bombebaran kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst