Îsraîl - Zarokek ji ber êrişa Îranê birîndar bû

14-04-2024
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Îran Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bedwînê yê Îsraîlê di encama êrişên dron û mûşekên Îranê yên li Îsraîlê de zarokeke 10 salî birîndar bû.

Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku Îranê bi dronan êrîş da destpêkirin, hêzên hewa û behrê yên Îsraîlê dronan dişopînin.

Di dîmenan de teqîna li asîmanê Qudsê xuya dikin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari jî agihand, keçeke 10 salî ji ber êrişa Îîranê birîndar bû û rewşa wê giran e.

Piştî êrîşa Îranê ya dijî Îsraîlê li Quds, Tel Avîv û hin bajaran sîren hatin lêxistin û li asîmanan jî car carna dengên teqînan hatin bihîstin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst