Eger heye Sûriye vegere Komkara Erebî

14-04-2023
Loloxan
Kursiya Sûriyê di Komkara Erebî de
Kursiya Sûriyê di Komkara Erebî de
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Cedde yê Siûdiyê 9 welatên Erebî dicivin bi armanca Sûriyê careke din vegerînin Komkara Erebî.

Serkîs Kesarciyan, şirovekarê siyasî yê Sûrî dibêje: “Bi texmîna min niha keşûhewayek li navçeyê heye tevlîheviyan red dike, û bêhtir berê xwe dide ewlehî û aramiyê.”

Piştî erdheja 6ê Sibata 2023an, peywediyên Sûriyê li gel hejmreke welatên Erebî hatin asayîkirin. Her di vê mehê de Wezîrê Derve yê Sûriyê serdana Misir û Siûdiyê kiriye.

Şirovekarê siyasî yê Sûrî, Serkîs Kesarciyan amaje bi bandora vegerandina Sûriyê bo nav Komkara Erebî dike û wiha dibêje: “Vegera Sûriyê bo himbêza Erebî û asayîkirina peywendiyan li gel welatên Eerebî û rêxistineke navdewletî wek Komkara Erebî, dê bandoreke wê ya kûr di peywendiyên navdewletî de hebe.”

Di Mijdara 2011ê de, ji ber şerê navxwe yê Sûriyê endamtiya Sûriyê li Komkara Erebî hatibû cemidandin, û hejmareke mezin a welatên Erebî balyozxaneyên xwe li Şamê girtibûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst