Çavuşoglu li ser vekirina deriyên sînorî yên di bin kontrola YPGê de daxuyanî da

14-02-2023
RÛDAW
Nîşan Mevlut Çavuşoglu YPG Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku ew ti deriyekî sînorî ji bo alîkariya qurbaniyên erdhejê yên li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê, li navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de venakin. Çavuşoglu herwiha got, îdîayên destpêkirina pêleke koçberan ji Sûriyê bo Tirkiyê jî ne rast in.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja Duşemê li Enqerê ligel Wezîra Derve ya Lîbyayê Necla el-Menguş civiya. Wezîrên herdû welatan piştî civînê, civîneke hevbeş a çapemeniyê saz kirin.

Çavuşoglu bersiva îdiayên destpêkirina pêleke koçberan ji Sûriyê bo Tirkiyê da û got: “Zanyariyên destpêkirina pêleke koçberan a ji Sûriyê bo Tirkiyê ne rast in."

Wezîrê Derve yê Tirkiyê diyar kir ku sînorên wan ên ligel Sûriyê bo alîkariyên mirovî vekirî ne û got: “ Neteweyên Yekbûyî bi salan e ji deriyê sînorî yê Cilvegozu - Bab el-Hewa alîkariyên xwe derbas dikin. Rojane hejmara barhilgiran zêde dibe. Niha li Kilîsê 2 deriyên sînorî yên di bin kontrola me de hene. Me gotiye ew dikarin alîkariyan ji van deriyan jî bişînin.” Çavuşoglu got: “Ne pêkan e ku em li wan navçeyên di bin kontrola PKK û YPGê de deriyên sînorî vekin..”

Mevlut Çavuşoglu ragihand ku 99 welat û 16 saziyên navdewletî pêşniyara alîkariyê dane wan û got: “Ji 77 welatan 9 hezar û 401 kes li qadê alîkariya qurbaniyan dikin. 747 personelên din jî di rê de ne. Niha 23 hezar û 878 çadir gihiştine welatên me û  43 hezar û 482 çadir jî di proseya vuguhastinê de ne. Di nava rojê de dê 9 hezar çadirên din jî bigihin welatê me. Welatên cîhanê û saziyên navdewletî soza 96 hezar û 561 çadiran dane me.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê wiha got: “Alîkariyên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî bi salan e bi rêya deriyê Cilvegozu-Bab el-Hewa derbas dibin. Li aliyê din ê vî deriyê sînorî di rê û piran de zerer çêbûbû. Niha ew tên çareserkirin û rojane hejmara barhilgirên alîkariyên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî zêde dibin. Bi çêkirina rêyan, hejmar zêdetir dibe. Li Kilîsê niha dû deriyên di bin kontrola me de hene û me ji Neteweyên Yekbûyî re gotiye ew dikarin ji wan jî alîkariyên mirovî bişînin. Ne mimkun e ku em li wan navçeyên di bin kontrola PKK û YPGê de deriyên sînorî vekin. Herwiha zanyariyên destpêkirina pêleke koçberan a ji Sûriyê bo Tirkiyê jî ne rast in.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst