Mesrûr Barzanî û Qubad Talebanî bi 2 wezîrên Îmaratê re civiyan

13-02-2025
RÛDAW
Nîşan Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan Mesrûr Barzanî Qubad Talebanî Îmarata Erebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cîgirê wî Qubad Talebanî îro li Dubaiyê li gel du wezîrên Îmarata Erebî civiyan.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubaiyê tê lidarxistin.

Civîn di çarçoveya beşdariya şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de li Dubaiyê hatin kirin.

Şande bi serokatiya Mesrûr Barzanî û beşdariya Qubad Talebanî hat lidarxistin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di du daxuyaniyên cuda de naveroka her du civînan eşkere kir.

Hikûmetê ragihand ku Mesrûr Barzanî û Qubad Talebanî li gel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karên Navxwe yê Îmarata Erebî Şêx Seyf bin Zayid Al Nehyan civiyan û got:

“Her du aliyan tekezî li ser xurtkirina pêwendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanî û Îmarata Erebî de di warên cur bi cur de kir.”

Mesrûr Barzanî behsa elektrîka 24 demjimêrî kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînekê de li gel Wezîrê Enerjiyê yê Îmarata Erebî Suheyl El Mezrûî ku Qubad Talebanî jî amade bû behsa “bipêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera her du aliyan a di warê enerjî û bipêşxistina jêrxana aborî” kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Serokwezîr kurteyek li ser çaksaziyên hikûmetê yên di warê enerjiyê, başkirina sektora enerjiyê û xizmetguzariyên giştî û hewlên hikûmetê yên ji bo dabînkirina elektrîka 24 demjimêrî a di dawiya sala 2026an de pêşkêş kir.”

Wezîrê Enerjiyê yê Îmarata Erebî Suheyl El Mezrûî “amadehiya temam a welatê xwe ya ji bo hevkariya Herêma Kurdistanê anî ziman.”

Di navbera Herêma Kurdistanê û Îmarata Erebî de di warê guherîna şarezayî û nûkirina karûbarên desthilatdariyê de peymanek hat îmzekirin.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan di navbera 11 û 13ê vê mehê de li Dubaiyê bi beşdariya zêdetirî 30 serokdewlet û serokwezîrên hikûmetan tê lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst