Îmarata Erebî û Herêma Kurdistanê peymaneke girîng îmze kir

12-02-2025
RÛDAW
Nîşan Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan Îmarata Erebî Herêma Kurdistanê Peyman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Kar û Barên Encûmena Wezîran a Îmarata Erebî Mihemed Qerqawî di warê teknolojiyê de peymanek îmze kir.

Îmarata Erebî dê di warê teknolojiyê de 5 salan alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubaiyê tê lidarxistin.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan di navbera 11 û 13ê vê mehê de li Dubaiyê bi beşdariya zêdetirî 30 serokdewlet û serokwezîrên hikûmetan tê lidarxistin.

Di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de bi amadebûna Serokê Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Kar û Barên Encûmena Wezîran a Îmarata Erebî Mihemed Qerqawî peymanek îmze kir.

Peyman nûkirineke ku di navbera her du aliyan de 5 salên din tê dirêjkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser peymanê da zanîn:

“Peyman li ser danûstandina şarezayî û agahiyên li ser desthilatdariyê û sûdwergirtina ji ezmûna pêşketî ya Îmaratê ya di warê bipêşxistina kar û barên hikûmetê û bipêşvebirina kapasîteya mirovî û saziyên hikûmetê de ye.”

Şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî û beşdariya Qubad Talebanî roja duşemê çû Îmarata Erebî da ku beşdarî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bibe.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandibû ku “di çarçoveya lûtkeyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê bi hejmarek serok, serkirde û rayedarên payebilind ên cîhanê re hevdîtinan pêk bîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst