Vîze di navbera Iraq û Îranê de hat rakirin

12-09-2021
RÛDAW
Nîşan Îran Iraq Mistefa Kazimî Îbrahîm Reîsî Vîze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di kongreyeke rojnamevanî de li Tehranê, ragihandin ku vîzeya di navbera herdu welatan de hatiye rakirin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro, bi serdaneke fermî li Îranê ye û Kazimî derbarê armanca wê serdanê de tekez kiribû ku ew dixwazin peywendiyên dualî bihêz bikin.

Di çarçova wê serdanê de Îbrahîm Reîsî û Mistefa Kazimî li Tehranê kongreyke rojnamevanî ya hevbeş encam dan û ragihandin ku ew gihiştin rêkeftinê ku vîze di navbera Iraq û Îranê de bê rakirin.

Ev çend sal in mijara rakirina vîze di navbera Iraq û Îranê de tê gotûbêjkirin û di serdema kabîneya Serokomarê berê yê Îranê Hesen Rûhanî de çendîn car gotûbêj li ser vê pirsê hatin kirin.

Serokomarê Îranê yê berê Hesen Rûhanî Adara 2019an serdana Bexdayê kiribû û alî li ser rêkeftibûn ku nîsana wê salê, vîzeya di navbera herdu welatan de bilez be, lê paşê ji ber şewba Coronayê, cîbicîkirina wê rêkeftinê bi paş ket.

Cîgirê berê yê Wezîrê Drve yê Îranê Resûl Muhacir, roja 26/05/2021, ragihand ku di civîna Encûmena Wezîran a Îranê de biryar hatiye dan, eger aliyê Iraqî amade be, ew wek Îran amade ene vîzeya li gel Iraqê rakin ku bazirgan û hemwelatiyên Iraqê bikarin bi hêsanî serdana Îranê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst