Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Zanîngeha Californiayê diyar kir ku teknolojî û hişê çêkirî li ser mirovan her dem gef in,lê di heman demê de mirov dikarin sûdê jê wergirin.
Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubaiyê tê lidarxistin.
Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan di navbera 11 û 13ê vê mehê de li Dubaiyê bi beşdariya zêdetirî 30 serokdewlet û serokwezîrên hikûmetan tê lidarxistin.
Serokê Zanîngeha Californiayê ya San Diegoyê Pradeep Khosla li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan pirsên nûçegihanê Rûdawê Hawar Ebdulrezaq bersivandin.
Pradeep Khosla ku di heman demê de pisporê hişê çêkirî ye li ser beşdariya xwe ya konferansê got:
“Awayê ku birêvebiriya Dubaiyê hişê çêkirî bi kar tîne, gelekî bala min kişand.
Ew hişê çêkirî ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan, avakirina bajaran û binesaziyê bi kar tînin.
Armanca hatina min a vê derê ew e ku pêwendiyeke kûrtir ava bikim, bi kesên din re bicivim û fêm bikim ku em çawa dikarin alîkariya hikûmetê bikin.”
Li ser metirsiyên hişê çêkirî yên li ser mirovan û sûdên wê jî Kosla anî ziman:
“Bi ya min hişê çêkirî di teknolojiyê de xaleke guherînê ava kir.
Her dem hemû teknolojî gefan çêdikin, teknolojiya nukleerî xaleke guherînê ye û mirov dikarin hêzeke bêsînor jê bistînin lê di heman demê de gefa bombeya nukleerî jî ava kiriye.
Kêr bikêr e û tu dikarî pê fêkiyan biqeşêrî, gefa wê jî ew e ku tu dikarî ji bo kuştina xelkê jî bi kar bînî.
Her tiştê ku em dikin gefa xwe heye, ev ne sedem e ku em tiştan ber bi pêş ve nebin.”
Serokê Zanîngeha Californiayê ya San Diegoyê Pradeep Khosla da zanîn:
“Tiştê ku hişê çêkirî, komputer û komputera kuantûmê dikin alîkariya me dikin da ku em amaran rêk bixin û nêrînekê ava bikin.
Em jî wekî mirovan li ser bingeha nêrînê dikarin biryarê bidin û nehêlin ku hişê çêkirî biryarê bide.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse