Mezlûm Ebdî li ser bûyerên li beravê axivî

09-03-2025
Nîşan Mezlûm Ebdî Sûriye Berav Elewî Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mezlûm Ebdî li ser bûyerên li berava Sûriyeyê got ku divê sûcdar bên cezakirin û “Çekdarên bi ser Tirkiyeyê ve bi sûcê kuştinê rabûne.”

Li berava Sûriyeyê, li herêmên Elewiyan di şer û pevçûnan de bi sedan kes hatin kuştin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî pirsên Reutersê yên li ser mijarê bersivandin.

Mezlûm Ebdî bangî Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer kir da ku "komkujiyan" rawestîne û sûcdar bên cezakirin.

Ebdî destnîşan kir, komên ku “piştgiriyê ji Tirkiyeyê distînin” û bi taybetî jî “tundrevên Îslamî" berpirsiyar in.

Ebdî bang li Ehmed Şer kir ku "Rêbaza avakirina artêşa nû ya Sûriyeyê û tevgera komên çekdar ji nû ve binirxîne” û got ku hinek ji wan rola xwe ya di artêşê de "ji bo afirandina nakokiyên mezhebî û çareserkirina hesabên navxweyî" bi kar tînin.

Amarên bûyerên li beravê

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) eşkere kir ku li rojavayê Sûriyeyê ku bi piranî Elewî lê dijîn di çar rojên borî de 1018 kes hatine kuştin ku piraniya wan sivîl in.

SOHRê diyar kir ku di nav kuştiyan de 745 sivîl, 125 endamên hêzên hikûmetê û 148 alîgirên rejîma Esed hene.

Li gorî AFPyê jî 1311 kuştî hene ku 231 ji wan endamên hêzên hikûmetê, 250 ji wan alîgirên rejîma Esed û 830 ji wan jî sivîl in.

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer îlan kir ku li ser bûyerên li beravê komîteyeke serbixwe hatiye avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst