Ebas Elî: 500 malbatan navên windayên xwe li cem me qeyd kirine

08-06-2024
Platforma Malbatên Windayan yek ji wan platforman e ku li dûv çarenivîsa kesên bêserşûn e li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyey
Platforma Malbatên Windayan yek ji wan platforman e ku li dûv çarenivîsa kesên bêserşûn e li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyey
Nîşan Platforma Malbatên Windayan Rojavayê Kurdistanê Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Platforma Malbatên Windayan Ebas Elî ji Rûdawê re got, “Heta niha 500 malbatan navê windayên xwe li cem me tomar kiriye, bi kêmanî ji her malbatekê yek wenda ye.

Platforma Malbatên Windayan yek ji wan platforman e ku li dûv çarenivîsa kesên bêserşûn e li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê.

Li gorî gotina Ebas Eliyê berpirsê wê platformê, hejmara kesên wenda herî zêde li jêr herêmên Rêveberiya Xweser in.

Ebas Elî da zanîn ku hejmara wendayan herî zêde jî li deverên di jêr kontrola Hikûmeta Sûriyeyê, mixalefeta Sûriyeyê, DAIŞê de çêbûne.

Ebas Elî her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku gelek malbatên şervanên HSDyê jî navê zarokên xwe li cem wan tomar kirine ku di pevçûnan de winda bûne.

Bi gotina Ebas Elî wan şervanan an canê xwe ji dest daye yan jî çarenivîsa wan ji aliyê HSDyê nehatiye eşkerekirin.

Ebas Elî di berdewamiyê de amaje bi wê yekê kir ku ew dixwazin çarenivîsa wendayan bigihînin Neteweyên Yekgirtî da ku aqûbeta wan bê zanîn.

“Li Kobaniyê û Qamişloyê gelek kes wenda ne”

Ebas Elî behsa rewşa aloz a li herêmê jî kir û wiha got:

“Me heta niha zêdeyî navê 500 kesî tomar kiriye. Em dixwazin bibin dengê wan malbatan û dengê wan bigihînin Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên wê.

Em tevde dizanin rejima Sûriyeyê gelek kes wenda kirine mixalefeta Sûriyeyê gelek kes wenda kirine.

Di dema DAIŞê jî de kesên wenda gelekî zêde ne.

Li cem Hêzên Sûriyeya Demokratîk em dibînin kesên wenda hene.

Li Kobaniyê gelek kes wenda ne, ew kesên wenda yên serdema DAIŞê ne.

Dîsa li Qamişlo ji serdema rejimê gelek kes wenda ne.

Li Dêrazorê gelek kes wenda ne ew ji wendayên serdema DAIŞê ne.

Me hejmar belav nekirine lê hejmara herî kêm a wendayan ên Rêveberiya Xweser in.

Ew kesên wenda yanî ew kes in ku hatine desteserkirin û revandin û careke din ti xeber ji wan nîne.

Em dê raportan belav bikin û li ser meseleyê kar bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst