Erdogan: Eger dem hat em dê bi Beşar Esed re bicivin

07-10-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Erdogan Sûriye Beşar Esed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyê Erdogan dibêje, her dem ku dema wê hat ew dikarin bi Serokê Sûriyê re bicivin û tekez kir, niha di asta nizim de gotûbêj bi hikûemta Sûriyê re tên kirin.

Serokkomarê Tirikiyê Recep Tayyip Erdogan, êvara Pêncşembê 6ê Cotmeha 2022an piştî beşdariya di civîna Lûtkeya Civaka Siyasî ya Ewropayê de li Prag a paytexta Komara Çekyayê, derbarê asayîkirina peywendiyên Tirkiyê û Sûriyê axivî.

Erdogan di bersiva pirseke derbarê egera civîna wî bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re, got: Dema ku dem hat em dikarin biçin rêya hevdîtina bi Serokê Sûriyê re. Heya niha, danûstandin di asta nizm de têne kirin.

Serokkomarê Tirkiyê diyar kir, “Heya niha tiştekî wiha nîne. Lê ez hevoka 'ne mimkûn e' bi kar nahînim.”

Recep Tayyip Erdogan destnîşan kir, Lê tiştê ku em dixwazin ev e ku em ji komên terorîst ên li Sûriyê xilas bibin û hûn dizanin ku em bi avakirina xaniyên birîk li vir gavan ji bo bilezkirina vegerê diavêjin.

Erdogan da xuyakirin ku nêzîkî 550 hezar Sûrî vegeriyane warên xwe, lê belê şerê Rûsya û Ukraynayê gavên ku li herêmê bên avêtin dereng xist.

Erdogan amaje bi rola Rûsya, Îran û Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê kir û got: “Rûsya û Îran di bûyerên Sûriyê de xwedî roleke aktîf in. Hêzên koalîsyonê xwedî roleke aktîf in. Hêzên koalîsyonê bi çekên giran, cebilxane û kelûpelan piştgirî didin rêxistinên terorê, bi taybetî Amerîka. Dema ku dem hat em bi rayedarên DYA û rayedarên xwe re hevdîtin dikin û ji wan dixwazin ku hem bakur, hem jî rojhilat û hem jî bakurê Sûriyê paqij bikin. Heta niha tiştên ku me dixwestin bi dest xistine an na, na em negihîştinê, em dişopînin û berdewam in.”

Ew demek e ku berpirsên pilebilind ên hikûmeta Tirkiyê û ji wan jî Erdogan behsa normalkirina peywendiyên navbera Tirkiyê û Sûriyê dikin.

Ji sala 2011an ve heta niha ku Tirkiyê li dijî hikûmeta Sûriyê piştgirî li xwepêşandanên nerazîbûnê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê kir, peywendiyên dîplomatîk ên Enqere û Şamê hatine rawestandin.

Lê belê pêştir saziyên istixbaratê yên her du welatan çend salan bi hev re civiyane.

Erdogan derbarê Civaka Siyasî ya Ewropayê de jî got, “Me tekezî li wê yekê kir ku em ti carî qebûl nakin ew platform zirarê nagihîne proseya endambûna me.”

Tirkiye bi salan e ku hewl dide bibe endamê Yekîtiya Ewropayê, lê belê Yekîtiya Ewropayê dibêje, “Tirkiye pabendî merc û rênimayên endambûna di wê yekîtiyê de nekiriye, bi taybet di mijara maf û azadiyan de.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst