Hizbulahê êrişî 5 bargehên leşkerî yên Îsraîlê kir

2 demjimêr berê
Nîşan Hizbulah Îsraîl Êriş Mûşek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hizbulahê ragihand ku wan bi mûşekan êrişî 5 baregehên leşkerî yên li bakurê Îsraîlê kiriye.

Li gorî daxuyaniya Hizbulahê ya nivîskî, wan li bakurê Îsraîlê êrişî Baregeha Heyfeyê ya Teknîkî, Baregeha Heyfeyê ya Komkeştiyan, Baregeha Deryayê ya Stella Marisê û Baregeha Tirat Carmelê kiriye.

Hizbulahê da zanîn ku wan bi mûşekan êrişî Baregeha Nesherê jî kiriye ku tesîsên gazê lê hene û li başûrrujhilatê Heyfeyê ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku cara ewil e êrişî Baregeha Nesherê hatiye kirin.

“Bûn sedema xisareke mezin”

Artêşa Îsraîlê jî ragihand, “Ji axa Libnanê derdora 10 mûşekan berdan ber bi Heyfeyê ve.

Hinek ji wan li avahiyan ketin û bûn sedema xisareke mezin.”

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ji Libnanê derdora 45 mûşekan berdane derdora Kendava Heyfeyê û herêma Celîlê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst