Erdogan bangî Esed kir

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Erdogan Sûriye Esed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bangî Serokê Sûriyeyê Beşar Esed kir û got ku ji bo hevdîtinê ew li benda bersivekê ne.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, bi mebesta beşdariya 79emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ber bi Amerîkayê ve bi rê ket.

Erdogan li balafirgehê beriya biçe Amerikayê derbarê naveroka serdana xwe de axivî û got dê 24ê Îlonê li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biaxive.

Erdogan amaje bi wê yekê da ku li Amerikayê dê li gel serkirdeyên dewlet û hikûmetan hevdîtinan bike û mijara wî ya sereke dê şerê Îsraîl û Hemasê be.

Erdogan her wiha banga xwe ji bo Sûriyeyê careke din jî dubare kir û got ji bo hevdîtinê ew li benda bersivekê ne.

Erdogan wiha got:

“Em dê pêwîstiya bidawîkirina rakêşiya li Sûriyeyê, nearamiya herêmê û rewşa rêxistinên terorê yên li Sûriyeyê bînin ziman.

Her wiha mijara ku Îsraîl ne wekî dewletê, wekî rêxistineke terorê tevdigere jî bînin ziman.

Êdî rewş ne teroreke basît e, raste rast terora dewletê ye.

Me gelek caran ev yek got lê bi taybetî welatên rojava bi israr naxwazin vê yekê fam bikin.

Di mijara hevdîtina li gel Sûriyeyê de jî me berê daxwaza xwe anibû ziman û em li benda bersivê ne.

Em amade ne û dixwazin wekî du welatên Misilman yekîtiya xwe ava bikin.”

Li gel Erdogan hevjîna wî Emîne Erdogan, Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemir Goktaş, Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatih Kacir, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun, Şêwirmendê Polîtîkayên Derve û Ewlehiyê yê Serokkomar Akîf Çagatay Kiliç û hinek rayedarên din jî çûn Amerîkayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst