Sê nifşên Efxan ên li Îranê: Hejmara wan çawa zêde bû?

18-11-2024
RÛDAW
Nîşan Penaberên Efxan Îran Efxanistan Tehran Meşhed Talîban
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Îranê li 16 parêzgehan hebûna Efxaniyan bi temamî qedexe kir ku piraniya wan li deverên sînorî ne.

Îran plan dike ku nêzîkî 2 milyon Efxanên "neqanûnî" heta dawiya vê salê ji nav sînorên xwe derxe ku ev dersînorkirina herî mezin a bi zorê ya Efxanan e.

Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê Îskendar Momenî beriya bi hefteyekê ragihand ku Îran niha li hemberî zêdebûna kesên biyanî yên ketine Îranê têkoşînê dike.

Koçberiya Efxanan çawa dest pê kir?

Yekem pêla koçberên Efxanistanê sala 1979an dest pê kir. Hejmareke diyar a Efxanên li Îranê ne diyar e.

Artêşa Sovyetê sala 1979an êrişî Efxanistanê kiribû û heta sala 1989an şerekî dijwar di navbera Sovyet û Efxaniyan de rû dabû.

Di wî şerî de zêdeyî 100 hezar leşkerên artêşa Sovyetê miribûn û 15 hezar leşker winda bûbûn û nêzîkî milyonek Efxan jî miribûn.

Di maweyê wî şerî de bi milyonan Efxanan berê xwe da Îran û Pakistanê û bûn penaber.

Beriya rûxîna hikûmeta Efxanistanê û vegera Talîbanê ya 2021ê gelek Efxanên din jî ji ber krîza aborî û şerên navxweyî berê xwe da Îranê.

Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) bi destpêkirina desthilata Talîbanê re ji sala 2021ê ve jî bi sed hezaran Efxan derbasî Îranê bûne.

5 heta 7 milyon Efxan li Îranê dijîn

Li gorî berpirsên Îranî 5 heta 7 milyon Efxan li Îranê dijîn.

Penaberên Efxan ên li Îranê ji gelek xizmetên bingehîn û ji gelek xizmetên tenduristiyê bê par in.

Niha nifşê sêyem ê Efxanan li Îranê ye. Hinek ji wan li Îranê ji dayîk bûne û li vî welatî mezin bûne.

Hinekan ji wan xwendiye, ketine nava bazarê û debara xwe dikin lê rewşa wan ne diyar e.

Paşeroja nifşê sêyem jî her wekî ya dê û bavên wan e, ji her cure piştgiriya yasayî ya ji bo jiyanê bê par in.

Ev neteweya çend milyonî ya koçber li seranserê Îranê belav bûye.

Hikûmeta Îranê zêdeyî 40 sal in hewl dide vê nifûsa mezin “bi rêxistin” bike.

Piştî şerê navxwe yê Sûriyeyê, ajansên wekî The Guardian û New York Timesê di gelek raporên xwe de belav kir ku Îran Efxanan dişîne şerê navxweyî yê Sûriyeyê û di nava Grûba Fatimiyûnê de şer dikin.

Penaberên Îranê bêhtir li bajarên wekî Tehran, Qûm, Meşhed û Îsfehanê yên Îranê bi cih dibin.

Penaberên Efxan bi piranî li bajarên Meşhed û Qûmê bi cih dibin. Hejmara herî zêde ya penaberên Efxan li van her du bajaran dijî.

Meşheda ku duyemîn bajarê herî qelebalix ê Îranê ye, 3 saetan ji sînorê Efxanistanê dûr e.

Li gorî raporên Wezareta Karên Navxwe ya Îranê ji sedî 95ê biyaniyên li Îranê Efxan in.

Qeyrana aborî, bilindbûna enflasyonê, ambargoya navneteweyî li nava hin Îraniyan bûye sedem ku ji zêdebûna hejmara Efxanan aciz bibin.

Berpirsên Îranê jî rijd in ku penaberên Efxan dersînor bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst