WFP: Li bakurê Xezeyê her ku diçe xela nêzîktir dibe

07-04-2024
Bijar Zubêr
WFP: Li bakurê Xezeyê her ku diçe xela nêzîktir dibe
WFP: Li bakurê Xezeyê her ku diçe xela nêzîktir dibe
Nîşan Koçberên Xezeyê Hemas Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bernameya Xwirekê ya Cîhanê (WFP) ragihand ku metirsiya xelayê li bakurê Xezeyê her ku diçe zêdetir dibe.

Nexweşiya zarokan a ji ber birçîbûnê gelekî zêde bûye û ji sê zarokên yek di bin du saliyê de ye û bi başî xwarin bi dest wan nakeve.

Penaberê bi navê Ebîr Raîd Talal li ser rewşa zarokan got:

“Dema em hatin vir, ji ber bihabûna erzaqan, me nanê gemarî dixwar. Li vir tenê ez dikarim xwarinê ji zarokên xwe re peyda bikim, 3 kur û keçeke min heye.

Pêdiviya wan bi xwarinê heye, ez xwarinê ji ku bistînim? Min nedikarî xwarinê bikirim, her tişt pir biha ye û pereyê min nînin. Ev metbex cihê me yê ewle ye, em her roj tên vir.”

Ji sedî 70ê xelkê bakurê Xezeyê bi birçîbûneke metirsîdar re rû bi rû ye.

Bernameya Xwirekê ya Cîhanê (WFP) tevî pirsgirêkên mezin her meh ji zêdetirî milyonek mirovên li Xezeyê re xwarinê dabîn dike.

“Garantiyên ewlehiyê yên pêwîst nînin”

Cîgira Reveberê WFPyê yê Filîstînê Marika Guderianê anî ziman:

“Bernameya Xwirekê ya Cîhanî li vir kariye her meh xwarinê ji milyonek kesî re dabîn bike lê zehmetiyên me hene.

Ji bo ku em li vir bixebitin garantiyên ewlehiyê yên pêwîst nînin.”

WFP paketên xwarinên amade, xwarinên germ, ard û xwarinên din belav dike.

Bernameya Xwirekê ya Cîhanê (WFP) meha Adarê 47 barhilgir gihandin bakurê Xezeyê.

Saziya navneteweyî hişyariyê dide ji bo ku bikarin xelaya li Xezeyê rawestînin divê Îsraîl rêgiriyê li wan neke.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst