Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan eşkere kir ku nabe kampên ku DAIŞî tê de ne di destê PKKyê de bin.
Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê Bernard Quintin serdana Tirkiyeyê kir û bi hevtayê xwe yê Tirkiyeyê Hakan Fidan re civiya.
Piştî civînê Fidan û Quintin di konferanseke rojnemegeriyê ya hevpar de axivîn.
Hakan Fîdan bal kişand ser hevkariya Tirkiye û Belçîkayê û behsa pêşhatên li Sûriyeyê kir.
Hakan Fîdan amaje bi parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê kir û wiha berdewam kir:
“Wekî Tirkiye çi ji destê me bê em dê bikin da ku pêwendiyên navbera Tirkiye û Belçîkayê di her warî de berdewam pêş bikevin û bêhtir berhemdar bibin.
Li Sûriyeyê cihê terorê nîne. Li Sûriyeyê kesên di nava refên PKKyê de ne û li dijî yekîtiya Sûriyeyê ne û ew grupên ji bo Tirkiyeyê û welatên cîran gef in divê ji Sûriyeyê derkevin."
Hakan Fîdan li ser pirsa rojnamegeran behsa kampên girtiyên DAIŞê jî kir û wiha got:
“Divê endam û malbatên DAIŞê yên Sûriyeyê ji bo welatên wan bêne vegerandin.
Endam û girtiyên DAIŞê ji bo herêmê bûne çavkaniya qeyranê. Nabe kampên ku DAIŞ tê de ne di bin destên PKKyê de bin.
Divê Hikûmeta Sûriyeyê ewlehiya kampên ku DAIŞ têde ne kontrol bike.”
Li aliyê din Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê jî diyar kir ku ew dixwazin pêwendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bihêztir bikin.
Bernard Quintin amaje bi wê yekê kir ku ew dixwazin piştgiriyê bidin hikûmeta nû ya Sûriyeyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse